Revandina ciwanê Kurd yê ji Serdeştê Barzîn Hemze, yê ku ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, dîmenên wî derketin holê. Di dîmenan de nîşan dide ku otomobîlên Peugeot û Pride ku girêdayî komara îslamî ya Îranê ye, ciwanê kurd Barzîn bi darê zorê dikşînin.
Barzînê 15 salî ku di dema serhildana Jin, Jiyan, Azadî de hate revandin, hefteyek bi êşkenceyê re rû bi rû mabû. di bin vê êşkenceyê de bandorên laşî yên domdar hiştin ku bû sedema tevliheviyên gurçikê. Barzin tevî dermankirina wî di 02.01.2024’ê de li nexweşxaneya “Xomênî” ya Urmiyê jiyana xwe ji dest da.