HATÎCE ŞEXNA
Morîtanya- Rêxistina Serokatiyên Jinê yên Proaktîf ên Morîtanyayê, bi armanca li Marîtanyayê îstîhdamkirina jinên ciwan û zêdekirina dîtina ciwanan di jiyana xebatê de li paytext Nouakchott hate damezrandin. Rêxistina ku ji bo xebatên girîng îmze avêt, bi bernameya “Serokatî û Rêveberiya Projeyê” ya dan destpêkirin, piştgiriyê dide projeyên ciwanan jî.
Seroka Serokatiya Rêveberên Jinê yên Proaktîf ên Morîtanyayê, xebatên xwe û bernameya “Serokatî û Rêveberiya Projeyê” ku dane destpêkirin ji ajansa me re nirxand.
Ji bo jinên ciwan îstîhdam çêdikin
Amîna Habîb, diyar kir Rêxistina Serokatiyên Jinê yên Proaktîf a Morîtanyayê ku seroktiya wê dike, piştî ferbûna pêwîstiyên ciwanan hat avakirin. Amîna Habîb, wiha got: “Ciwanên ku min hevditîn pêkanî, pirsgirêka mijara perwerde, fînansekirina projeyan û derfetên kar anîn li ser ziman. Ji ber vê yekê min biryar da gavên xwe yên ewil ên ji bo avakirina vê rêxistinê bavêjim. Em alîkarî didin ku jinên ciwan bivê riyê kar bibînin an jî projeyên piçûk fînans peyda bikin.”
‘Hemû jinên ciwan dikarin beşdarî bernameyê bibin’
Amîne Habîb, da zanîn bi armanca ji bo piştgiriya jinên karsaz, pêşxistina jêhatîbûn û jêhatîbûna wan a pîşeyî dest bi bernameya “Serokatî û Rêveberiya Projeyê” kirine û diyar kir bi taybetî giranî didin jinên di navbera temena 18-35 salî de. Amîna Habîb, wiha got:
“Hemû jinên ciwan dikarin beşdarî bernameyê bibin, tenê projeyên xwe pêş bixin û bi ser bixin hewildan pêwîste. Ji ber em alîkariya kesên dixwazin bibin karsazên serkeftî û bijarte dikin. Rêxistina me niha zêdetirî 800 hezar jinên karsaz hene. Projeyên wan di bin sernavê ‘Serokatî û Rêveberiya Projeyê’ de tên lêkolîn kirin. Em hewcedariyên jinên ciwan ên beşdar dikin, diyar dikin. Ji hinek van pêwîstî makîneya dirûnê, hinek ji wan jî pere heye. Em hemû tiştên pêwîst pêşkêş dikin.”
‘Divê jinên ciwan derfetan ji dest nedin’
Amîna Habîb, anî ziman armanca wan ew e ku di pêşerojê de bi vekirina şaxên xwe li hemû parêzgehan bi awayekî hemû ciwanan bihewîne xebat bimeşînin û wiha got: “Niha tenê şaxa me ya fermî li Nuakşotê heye.” Amîna Habîb, şîret da jinên ciwan û wiha axivî:
‘Divê her tim di karê xwe de hewldan bidin, divê hertim ji xebat û serkeftina xwe bawer bin û guh nedin zordestiya tu kesê. Wekî ku ji gotinên pêşiyan “Tu çî biçînî, tu wê çinî’ tê fêmkirin, hûn çiqas hewl bidin û bixebitin, hûn ewqas fêkiyan wan jî distînin. Divê jinên ciwan her tim ji bo bi dest xistina derfetan bixebitin û windanekirina wan bixebitin. Dibe ku di destpêka rêwîtiyê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimînin, lê divê dev jê bernedin. Divê heta bigihîjin armancên xwe, dev ji têkoşînê bernedin.”