Turnûve ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk ve li yarîgeha girtî ya Qamişlo ya bakurê bajêr li dar ket, tê de 8 tîmên fakulte û peymangehêb Zanîngeha Rojava beşdar bûn.
BIBÎRANÎNA ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA DIJÎ HIŞBIRÊ
Der barê turnûveyê de endama tevgerê Emîne Mihemed ji ajansa me re got: “Armanca sereke ya turnûveyê bîranîna 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ye yên ku ji bo me û ji bo gelê me şehîd bûne, ji ber ku şehadeta wan ji bo me xwendekaran xwedî wateyeke mezin e.”
Di 8’ê Cotmeha sala borî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî akademiya perwerdeyê ya Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li gundê Hemze Beg ê navçeya Dêrikê êriş pêk anîn, di encamê de 29 endam şehîd bûn.
ENCAMÊN MAÇA DAWÎN
Piştî 2 geran, tîma fakulteya bijîşkiyê û ya fakulteya zanist û teknolojiyê di maça dawîn de hatin beramberî hev û di dawiyê de de bi paneltiyan bi encama 2-3 tîma fakulteya bijîşkiyê qezenc kir.
Di dawiya turnûveyê de tîma biserketî hat xelatkirin.