NAVENDA NÛÇEYAN-YCWK bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe parvekir, ragihand ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li navçeyên Okmeydanî û Arnavutkoy a Stenbolê 4 wesayîtên hêzên faşîst hatine şewitandin.
Daxuyani wiha ye:
“Li du taxên cuda ji yekîneyên me yên YCWK’ê yên Stenbolê çalakî!
Li Okmeydaniyê 3 wesayîtên saziya dijmin ji aliyê yekîneyên me yên YCWK’ê yên Stenbolê ve hatin şewitandin.
Li Arnavutkoyê vesayita kesekî faşîst ji aliyê yekîneyên me yên YCWK’ê yên Stenbolê ve hat şewitandin.
Weke YCWK’ê weke me berê jî diyar kiribû hemû cihên dijmin hedefa me ne. Her du çalakî jî li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber APO hatin kirin. Em weke ciwanên Kurdistanê soza xwe dubare dikin ku em ê çalakiyên xwe yên ji bo Rêber APO her tim li her qadê bi awayekî çalak bidomînin. Tecrîd tenê bi Rêberê me re sînordar nîne. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li her qadê li dijî tecrîdê têbikoşin.”