NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya 11 salan di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê li beramberî sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez êrişek hat pêkanîn û di encamê de şehîd bûn. Piştî 10 salan di 23’ê Kanûna 2022’an de li heman cihî li paytexta Fransa Parîsê li ser Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat û di encamê de pêşenga Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdullah Kizil şehîd bûn. Salek li ser komkujiyê re derbas dibe lê heya niha jî ji bo pêkanîna edaletê û darizandina kiryarên herdu buyeran hikûmeta Fransa hewldan nekiriye. Herdu komkujiyên ku li beramberî welatparêzên Kurd pêkhatine ku navenda herdu komkujiyan jî Parîse, di serê gelê Kurd de gumanan ava dike.
Îro li bajarê Qamişlo û li bajaroka Fafînê yê Şehbayê ji bo bîranîna salvegera şehadeta her sê qehremanên jin ku bi destê îstîxparatên dewleta faşîst a tirk li bajarê Parîsê yê Fransayê şehîd bûne meş hatin li dar xistin.
Li Fafînê, meş di bin dirûşmeya “Geşkirina Agirê Berxwedanê Tolhildana Şehîdên Parîsê ye” hat lidarxistin. Meşê bi silogana “şehîd namirin” û “tolhildan ji şehîdan re” ji qada ajotinê ya Fafînê de dest pê kir û li goristana şehîdan veguherî mitîngê.
Piştî ku meş veguherî mitîngê û deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan hate sekinîn, li ser navê Kongra Star Ferîde Îbo axaftin kir û soza bilindkirina têkoşîna jinê li dijî kujeran da.
Li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star ji bo bîranîna şehîdên komkûjiya Parîsê meşekê li dar xistin. Meş li ber duwara Qarmutî dest pê kir û li cem Medînê Şebab veguherî mîtîng.