MEXMUR – Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî hersê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî di 11’emîn salvegera şehadeta wan de bibîranîn.
Meş li ber derê Komîteya Malbatên Şehîdan, bi kombûna gel û xebatkaran destpêkir. Di meşê de alên KJK’ê, PKK’ê, wêneyên Rêber Apo û şehîdên Parîsê hatin hildan. Her wiha diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.
Gelê Mexmûrê heta li ber derê Neteweyên Yekbûyî meşiya û li wir daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyaniyê, deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Parîsê hate girtin û piştî wê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak ve hat dayîn.
Filîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de, di şexsê Şehîd Sara de tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî û got: “Komkujiya Parîsê, peyamek a dagirkeran bû. Gotin, emê we qir bikin û nahêlin jin û ciwan li ser van xakan bibin xwedî vîn. Heval Sara ji bo tevgera jin û ciwanan xeta rizgariyê bû. Heval Sara ji Dêrsim heta girtîgehan şopên berxwedanê li pey xwe hiştine. Ev fikrê qirker xwe dispêre pergala zilamê serdest û dagirker. Lê ti caran dagirker û xwediyê vê fikrê li dijî jinan, wê bi ser nekevin. Niha bi hezaran jin li ser şopa Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî li çiyayên azad, li kolanan û li girtîgehan têdikoşin û bûne xwedî vîn. Sonda me jî, belavkirina wê têkoşîna jina azade. Xeta Heval Sara rênîşana jiyana me ye.
Heval Sara gotibû ‘Jiyana min hertim Şer e’. Heval Sara ji bo jiyanek azad û civakek azad, timî şer kir û li ber xwe da. Ji bo parastina pîvanên exlaqî ya civakê şer kir û heta kêliya jiyana xwe ya dawî têkoşiya. Em dubare Heval Sara û hevalên wê, bi minnetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Wê serkeftin hertim bibe ya xeta jina azad.”
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.