QAMIŞLO – Di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê komkujiyek li ser sê pêşengên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî). Ji bo wê jî îro li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo, şehîdên komkujiya Parîsê ji aliyê jinên xwendekar hatin bi biranîn.
Bîranîn bi daqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî wê sinevizyonekî li ser her sê pêşengan hate temaşekirin. Sûretên şehîd Sara tev pirtûkên wê hatin belav kirin. Di bîranînê de xwendekarên jin dan diyarkirin ku vê kumkujiyê qet qebûl nakin û wê hertim li pey şopa şehîdan bin û tekoşîna şehîd Sara ji xwe re bikin bingeha tekoşîna xwe.