Xwediyê firina nan ya li Hewlêrê Idrîs Mesûd ku duh hatibû revandin, piştî nerazîbûnan hate berdan.
Duh Serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî biryar da ku nirxê nan were erzankirin û 10 nan bi hezar dînaran were firotin. Li ser vê yekê xwediyên firoşgehên nan û firneyan yên parêzgeha Hewlêrê dijî vê biryarê xwepêsandan lidarxistin û wek bi xwe dibêjin bi vî awayî firotina nan ji bo wan zerere.
Ciwanê bi navê Idrîs Mesûd jî li Hewlêrê di çalakiya girseyî ya xwediyên firinan de nerazîbûna xwe li hember biryara Mesrûr Barzanî nîşan da. Piştî van gotinan duh danê êvarê, Idrîs Mesûd ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin. Piştî revandinê, ji gelek aliyan ve nerazîbûn hatibû nîşandan.
Li gorî agahiyan piştî nerazîbûna welatî, çalakvan û parêzeran, Idrîs Mesûd beriya demek kurt hate berdan.