REQA- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa derbarê kar û xebatê xwe yê rêxistinkirina ciwanan û belavkirina fikirê Rêber Apo axivîn.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bîlal Mihemed got, “Em fikrên Rêber Apo di nava civakê û ciwanan de belav dikin, ji ber ku bingeha civakê ne. Her wiha destnîşan kir ku; “Bi belavkirina van ramanan, em dikarin tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî misoger bikin.”
Bîlal Mihemed balê dikişîne ser perwerdehiya wan a li ser ramanên Rêber Apo û dibêje ku bi vî awayî fêrî rêgezên bingehîn ên jiyanê bûye û bûye xwedî vîn û hêz.
Mihemed destnîşan kir: “Niha bi hezaran ciwanên herêmê fêrî îdeolojiya Rêbertî dibin ji bo şikandina tecrîda li ser wî di zindana dagirkeran de.”
Endamekî din ê tevgera ciwanan Îsmaîl Hawice jî got, “Heta ku rewşa tendirustiya Rêber Apo zelal bibe û azadiya wî ya fîzîkî were bi dest xistin, em ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo mezintir bikin.”
Îsmaîl her wiha got, “Divê em fikrên Rêber Apo hembêz bikin û heta Rêber Apo azad bibe bi dirûşmeya ‘An Serkeftin, An Serkeftin’ tevbigerin.”