MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbicê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013 (Şehîd Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) tevlî çalakiya Meclîsa Malbatên Şehîdan bûn.
Bîranîn li Navenda Çand û Huner a bajarê Minbicê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqayeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir û ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ezîze ve beşdarvan hatin pêşwazîkirin. Piştre endama Kombûna Jinan a Zenobia bi navê Rûwaîde axivîû qala jiyana, berxwedan û têkoşîna her 3 şehîdên jin kir.
Piştre mûm hatin vêxistin û sînevîzyonekî li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz hat temaşe kirin. Çalakî bi berz kirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.