KOBANÊ – Îro saet 11’an sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Şêranê girêdayî Kobanê li dijî tecrîdê li ser Rêber Apo li girava girtîgeha Îmralî û ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek li darxistin. Ev çalakî di çarçoveya hemleya navnetewî bi silogana “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de, ya ku di 10’ê Cotmehê 2023 li 74 navendên cîhanê hat dest pê kirin, hat li dar xistin.
Meş li pêşiya dibistana Şêranê despêkir û heya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan domand. Alên Rêber Apo û pankartên bi silogana “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatin hildan. Di dawîyê de Fatma Osman axivî û diyar kir ku gelê kurd, piştî 25 sal ku Rêber Apo di girtîgehê Îmralî de hat girtin û 34 meh ku tu agahî ji wî naye girtin, wê tekoşînê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin û piştgiriya hemleyê navnetewî ya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”.