TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya El-Jarniyê ya Tebqa, di bin diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” de derbarê rola pêşeng a ciwanan di rêxistinkirina civakê de û di ştratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî de semînarekî ji ciwan û jinên ciwan ên herêmê re da.
Tê de hat dest nîşan kirin ku her kesî ji aliyê xwe dikare beşdarî Şerê Gelê Şoreşgerî bibe û civakê xwe biparêze û ku tenê bi vî şewazî gel dikare li hemberî dewletên dagirker bi serbikeve. Hat diyar kirin jî ku yên ku dikarin herî zêde pêşengtiyê parastina civakê bikin û di her milan de ji bo azadiyê gel tekoşîn bikin ciwan in.
Yekîtiya Jinên Ciwan vê çalakî di çarçoveya xebata rêxistinkirina ciwanan de li dar xist.