KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo bilindkirina hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseri” û ji bo ku jinên ciwan xwe di fikirê Rêber Apo de kûr bikin, li gundê Elpekurê girêdayî Kobanê, li ber mala yekemîn ku Rêber Apo li Rojava dimîne li hev civîyan û pirtûkên Rêber Apo xwendin.
Nêzî 40 jinên ciwan ku di du koman de xwe bi rêxistin kirin di çalakiyê de amade bûn. Pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin, û piştre ji aliyê berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê Neda Şahîn ve semînerekî hat dayîn. Semîner li ser rewşa heyî ya Rêber Apo û rola jinên ciwan di nav hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseri” de rawestiya.