Modernîteya kapîtalîst çawa ku hemû cîhan xistiye bin bandora xwe, li ser Kurdistan û Tirkîyê jî bandor kirî ye. Dewleta tirk a faşîst hemû êrişên xwe li ser civaka Kurd taybet jî li ser jin û zarokan dimeşîne. Dixwaze Kurd û Kurdistanê tune bike. Ev zîhniyeta zilamsalarî ku bingeha dîroka şaristaniyê ye û niha jî xwe bi sîstema kapîtalîst ser lingan dihêle; bi komkujî, qirkirin, talankirin, dizîkirin, asîmîlasyon û şerê taybet xwe dide der. Taybet êrişên dijî jin û zarokan pir eşkere dimeşînin. Ev êrişên şerê taybet pir kûr û zirav tên meşandin. Ji ber encamê şerê taybet jin ji cewhera tê dûrxistin û civak jî bi awayekî rasterast bandor dibe. Ji ber ku jin di cewher de pêşengê civakê ye. Ya ku jiyan û civakê birêve dibe jin e. Jin biadilbûyîn,dilnizmbûyîn, guhertin, veguhertin, exlaq û polîtîkayê ve civakê saxlem dike. Ev jî hêz û îradeya jinê raber dike. Lê belê zîhnîyeta zilamsalarî ya ku dijminê vê heqîqetê ye zanebûn polîtîkayên qirêj li ser jin û zarokan dimeşîne. Polîtîkayên wek sîxûrkirin, fûhûş, tacîz û tecawiz, qetilkirin, ji nasname dûrxistin, lîberalkirin û hwd. ve jina ku di esasê xwe de bi çand, afirîner, wekhevîxwaz, berhema ava dike û diparêze, otorîteya xwe di nava jiyanê de heye hatiye asteke wusa ku niha nirxê wê ji heywwanekî kêmtir e.
Di pergala kapîtalîst de nasnameya jin tune tê hesibandin. Jin di her milê de hatiye metakirin. Tenê ji bo berdewamkirina nifşê zilam nirxekî xwe heye. Ango hem milê fîzîkî hem milê ruhî de jin wekî mirîyê ku jiyan dike ye. Tişta ku jê re eşq tê gotin derveyî ajoyan tiştekî îfade nake. Dema bê jiyankirin jî tenê gotinên zilam derbasdar e. Ger jin zilam guhdar neke wê were qetilkirin. Bi vî awayî jin xwe bêîrade, bênirx û bêhêz bibîne û hîs dike. Dema jin xwe wusa hîs dike xistina wê ya di nava qirêjiyên wek fûhûş, sîxûrtî û tilyakê hêsantir dibe. Dewleta tirk a faşîst bi zîhniyeta xwe ya qirêj ve zaroka jî wusa kar tîne. Ji ber ev zîhniyeta ku dijminê jinê ye dizane ku hişmendiya azadiyê di zarokatiyê de destpê dike. Ji bo vê jî hewl dide ku zanabûyîn, paqijbûyîn û îradeya jinê di zarokatîyê de bitepisîne. Wana jî bi rêya dibistan, malên cemaatê û malbatê pêk tîne. Di zarokatiyê de zewicandin, şîddet, tacîz û tecawiz di roja me ya îro de ango hikûmeta AKP-MHP’ê de gihaştiye lutkeyê. Mirov pir mînakên şênber dikare bide. Li Wanê zarokekî 13 salî ji hêla 40 zilamên dewletê ve hatiye tecawiz kirin. Çima ev bûyer tenê Kurdistanê dibin? Bêguman ev ne tesadûf e. Bi taybet rêxistinkirina dewletê ve ev tişt tên kirin. Çawa ku ev tişt di bin kontrola dewletê ve pêk tê heman demê de serbest berdana sûcdaran jî dîsa ji hêla dewletê ve wekî senaryoyekî tê amadekirin. Dema sûcdar tên berdan ev jî psîkolojîya gelê Kurd bandor dike. Dewleta tirk a faşîst wekî lîstokekî wan qirêjiyan dike lê dîsa xwe paqij û bêtawan dide xûyakirin.
Çawa ku di her qadê êriş heye di zindanan de jî êriş û zextên dijmin didome. Di zindanan de jî taybet jin tê hedef girtin. Dewleta tirk di zindanan de jinên ku îradeya wan nikarin teslîm bigirin bi awayek kêfî qetil dike. Ev tenê bûyerekî kuştinê nîne. Ji ber ku dewleta tirk di vê mijarê de xwediyê tecrubeyek biêş e. Dewleta faşîst di salên 80’yî de li zindana Amedê de di şexsê Şehîd Sakîne Cansiz de di esasê xwe li hember jina azad û berxwedêr têk çû. Ji bo vê jî niha dixwaze ji şopdarên Şehîd Sakîne Cansiz tola xwe bigre. Dîsa jî dewleta tirk nikare li hember îradeya pola serbikeve; li beramberî jina azad her binketinê jiyan dike. Her ku bindikeve zêdetir har dibe û asta êrişê xwe zêdetir dike. Jinan tehdît dike, poşmantiyê dispêre wan û ger encam negire qetil dike. Yek jî jinên ku hatibûn qetilkirin jî Garîbe Gezer bû. Ji ber ku girtiyekî sîyasî bû jixwe bibû tirsa dewleta faşîst. Serî netewand, berxwe da ji bo jî hat qetil kirin. Her jineke ku tê qetilkirin dibe nîşaneya qirêjî û binketina zilam dewletê. Jixwe li ser navê exlaq û wîcdanê tu tiştek nemaye. Ji bo vê jî heya êrişî cenazeyan jî dike. Dema Ekîn Wan bi qehremanî şehîd ket dewleta qirker xwest bi tazîkirina bedena Şehîd ve wê teşhîr bike. Lê di wir de ya ku teşhîr û rezîl bû, binket dîsa dewleta tirk a faşîst bi xwe bû. Ev yekana tu carî divê neyê jibîrkirin. Denîz Poyrazan,Îpek Eran, Gulîstan Dokuyan, Evîn Goyîyan û bi sedan jinên ku ji hêla dewleta tirk ve hatiye qetilkirin divê neyên jibîrkirin û bibin sedema tolgirtinê.
Heman demê de di nava gelê Kurd u jinên Kurd de pêşxistina sîxûrtî jî yek ji polîtîkayên qirêj ên şerê taybet a ku dewleta tirk dimeşîne ye. Bi mêtingeriyeke kur ku di kesayeta jin û gelê Kurd de ava kirîye ve dixwaze wan ji nasname, çand û dîroka xwe dûr bixe. Heman demê de ji ax û welatê xwe qut bike û koçber bike.
Ji bo vê jî divê jin li hemberî zîhniyeta baviksalarî têbikoşe; hêza xwe bike yek, xwe rêxistin bike, zanebûna xwe bihêz û xurt bike, birdoziya rizgariya jin ya ku Rêber APO ji bo azadiya jin pêşxistiye ji xwe re esas bigre. Rêber APO bi birdoziya rizgariya jinê ve hêz û îradeya nasnameya jin derxistiye holê ku bi hezaran sal tune hatibû hesibandin. Rêber APO yekem serokê ku azadiya jinê evqas berfireh û kûr girtiye dest. Heman demê de Partiyeke ku li ser bingehê azaadiya jinê ava kiriye. Niha hezaran jinên ciwan serê çiya ji bo azadiyê şer dikin. Divê em jî bidin ser şopa wan û tola Sarayan,Helbestan, Ekînan, Cemîleyan û Ceylanan bistînin.
Çavkanî; Kovara Jinên Ciwan yê Welatparêz