Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Endamê me Îbrahîm Mistefa Îbrahîm li Kobanê ji ber nexweşiyê şehîd bû. Şehîd Îbrahîm, endamekî çalak bû, bi ruhekî durist û hezkirina welêt erka jê dihat xwestin, dianî cih.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:
Nav û paşnav: Îbrahîm Îbrahîm
Navê bav: Mistefa
Nave dayîkê: Zelîxe
Cih û dîroka tevlêbûnê: Baxdik, 04.02.2015
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 11.01.2024