ŞEHBA – Îro li Kampa Serdemê ya Şehbayê Yekîtîya Jinên Ciwan a Şehba û Efrîn bi beşdarbûna endamên Kongra Star, Desteya jin, ciwanên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civîna xwe ya salane li dar xist, di bin silogana “Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” de.
Civînê bi girtina deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê û bi bixêrhatina mêvanan dest pê kir.
Di beşa yekem a civînê de rapora encama karên ku di sala 2023’an de hatine kirin hat xwendin. Her wiha rewşa siyasî hate nirxandin û pêvajoya ku jinên ciwan tê re derbas dibin hate nîqaşkirin. Di nîqaşkirinê de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nirxandinên wiha hatin kirin:
Hêzên dagirker û hegemonîk hewil didin felsefeya Rêber Apo tune bikin, hêzên hegemonîk dixwazin ku tiştek bi navê îradeya gel nemîne, ji bo vê yekê şerên aborî, leşkerî û çandî dimeşînin.
Li rex vê yekê, ji aliyê heval Rîhan ve êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku salekê zehmet di ser gelê kurd û giştî herêmê re derbas bû, di sala 2023’an de êrîşên dijmin tê de ranewestîn. Her wiha, armanc ji êrîş û dorpêça li ser herêmê jî valakirina herêmê ji gelê wê bû, lê bi vîn û îdyolojiyeke xurt bersiva van êrîşan hat dayîn. Baweriya gelê herêmê bi felsefeya netewa demokratîk heye, roj bi roj êdî rastiya sermeyedar û dagirkeran tê eşkerekirin, pêşengên civakê tên hedef girtin û bi destpêkirina êrîşa dewleta tirk a 9’ê Cotmeha 2023’an re xwestin ku dagirkeriyeke nû pêk bînin, lê ji ber berxwedana gelê herêmê bi bin ketin.
Li aliyê din di rêveçûna nirxandina siyasî de çalakiya fedayî ya şehîd Erdal Şahîn û şehîd Rojhat Zîlan hat nirxandin û hat diyarkirin ku ev çalakî mesaca herî mezin bû li dijî dagirkeriya tirk. Armanca ji vê kombûnê naskirin û belavkirina îdiyolojiya Rêber Apo û bilindkirina tekoşîna ji bo azadiyê fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Piştî ku nirxandin bi dawî bûn, weke encama nirxandin û naveroka civînê hate vekirin û avêtina gavên jinên ciwan ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bilindkirina asta têkoşînê ji bo vê yekê û li ser asta civakê pêşxistina asta rêxistinî di kar û xebat de ji bo xwegihandina hemû jinên ciwan ên ku rastiya rêxistinbûnê û ji rastiya Rêber Apo dûr mane têkoşîn bê kirin, hatin nirxandin.
Di dawiyê de civîn bi soza bilindkirina asta rêxistinbûna jinên ciwan, bilindkirina asta têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî Rêber Apo û bi derxistina pêşniyar û pilansaziyên ji bo sala nû bi dawî bû.