Çanda jina ku li berxwe daye hertim xwe daye berdewam kirin. Jiber wê gelek eşan re êrîşan re ru bi ru maye. Ew êrîşên ser civaka wê hati, kireye lorîkên ber landîka xwe. Gelek caran evîndar bûye le nekariye bîne ser zîman. Ew evîn dî klamên û govendên xwe de veşartiye.Dema ku mîrov behsa çanda resen dike kesên ku di kontarên çiyayan de xwe veşartiye tê bîra mîrov. Ji ber ku cîhe deshilatdaran ne kariye xwe bigehîjîne, ew jî çîyayên asê ne. Di rastiya Kûrdîstanê de ew tişta ku hiştiye çand be, parastin çiyane. Bî taybetî di Kûrdîstanê de dema mîrov vê rastiyê tîne ber çav herî zêde Botan derdikeve pêş. Di êvîna Mem û Zîn de êşa Kûrdîstanê bi efsûnî bû ye. Mem û Zîn a bedew, kur dizanin wê deh hezeran Mem û Zîn ên Kûrdîstanê li kontarên Cudiyê derkevin, bikevin deşta Musulê duv re wê duv evîna rast bikevin. Dayîken evîndarê Mem û Zîn ji ber wê heya rojame îro bi xemla cil û bergên xwe, heybeta xwe diparezin. Dema em tên roja me ya îro vê rastiye di sih salên penabertiya Botan de hîn wek roja ewîlî mane. Lî hember koçberkirina bi darê zorê ji bersîva herî xurt bi çanda xwe parastinê dane. Ji ber wê heya roja îro êrîşên gelek dijwar ser wande hatine. Ji cîhe bav û kalan hatine dur xistin.
Em jî wek komîteya Çanda Jinê ya Stera Zerîn lî ser ve hîme parastin û pêşxistina vê rastiyê bi kar û xebatên xwe didin meşandîn. Piştî koçberiyê gelê Botanê dest bi berxwedanek bê hempa kirin û saziyên xwe dan avakirin. Di avabuyina 1995’an ya Çand û Hûnera penabertiyê de wek jin her tim nasnamayê ya jin ve din av xebatên giştî de rola pêşeng ve rabû ye. Dî esasê de ev sê salin xebatên xwe yê wek komîta çandê ya jin xwe rêxistin dikîin. Di avabûyîna komîtê de hîmê çanda jin, dayîk û çanda Botanê hat esas girtin. Çiye çanda jin-dayik? Ew hêsta ku dema tovê diçîne berhemê wê radike wê îlhamê de xwe ditîne. Di zivirandina teşiya xwede hizrandina rubarê welatê xwe ye. Di desana tevna xwede dîtina xweşiktiya xwezaya xwe ye. Li ser vê bîngehê dema me komiteya xwe rêxistin kir ev hêstên gelek wate ve rê girt. Ji ber wê me destpekê giranahiya xwe da xebatên dayikên dengbej. Koma Meryemxan ya ku ev salên direjin xebatên xwe di nav Çand û Hunerê de dide meşandin, heman demî bûn xwedî nasnameya Stera Zerîn.
Gelek caran di pîrozbahiyên taybetde hûnera xwe wek dengbêjî, govend çîrokbêjî xebatên xwe dane meşandin.
Beşekê din ya gîrîng ku xebatên komîte ji pê ve radibin xebatên jinên ciwan in. Ev xebat jî niha hem di aliyê rêxistinkirinê de yanî komîte rêvebirin hem jî dî warê hunerî de kar û xebatên muzîk, govend mamostetiya beşên hûnerî ve didin meşandin. Komên hûnerî yên mûzîkê komên govendê di nava xwede rêxistin dikin.
Di kêleka wê de xebatên zarokan meşandin hene. Ev xebatê bi taybet hindek planlama li gori pêwistiyên wan tê liderxistin. Dema behnvedana dibistanan de beşên hûnerî alimandina esturumanan, perwerdeyên listîkvantiya şano de, komên pêşxistina govendê de tê rêxistinkirin. Heman demê piştî van perwerdeyan wan gelek caran di pîrozbahiyan de dik digrin. Festîvalên ku her du sal carek tên peşxistin de rolek mezin digrin. Koma Jin im, Jiyan im ya zarokan ku ji 15 kesan pêk tê di gelek beşên hûnerî de gihîştine astekî gelek baş. Bî vê xwedî derketina çanda xwe û sekna xwe gelek caran bûne mînakên gelek baş Ji bona zarokên wargehê. Di behnvedana dibistanê de planlamayên ku tên derxistin re tevlîbunek gelek xurt heye. Bi taybetî jî kesîmên ciwanan yên ku tevlî van xebatan dibin xwestekekê baş heye. Li hember her şert û mercên giran a êrîşên dijmin tevlîbûna xebatên çandê gelek baş e. Her çiqasî asta ku tên perwerdekirin kem be jî hewldanên ku tên kirin ereniye.
Dema beriya ambargoyê derfetê derketina derve hûnerê xwe peşkeşkirin hebû bes piştî ku rêyên derfetan hate girtin tenê xebatê wan di asta wargehê de sinordar ma ye. Gelek caran peydakirina amurên mûzîkê de zahmetî tê kişandin. Ji ber polîtîkayên heyî asta profesyolda perwerde kirin nîne. Xebatên heyî tenê wek alimandin dimînin. Asta Çand û Hunerî de potansiyala heyî berhemên xwe jî kevneşopiya dîrokî digre. Yanî kesek ew ne elimandine govendê yan jî dengbêjiyê mirov dikare bêje xwezaya kesekî Botanî de wan tîştan hene.
Em jî wek komitaya Stera Zerîn lî hember puç kirina van erîşan xebatek didin meşandîn.Wekî te zanîn ev pergala rizî wê hilweşe. Çanda jinên gelên berxweder wê ser bikevin. Em di wê ferk û zanebûnê da ku ev êrîşên sed sala 21.’de li ser Kurd û Kurdîstanê de tên qirkirinek çandî u civakî ye. Li hember erîşan bî xwedî derketîna çan wê bi awayek herî xurt tekoşîn bê dayîn. Wê çanda berxwedaniya sîh salên penabertiyê de bi serkeftîne bê tacîdar kirin.