Şengal- Piştî 3’yemîn Konferansa Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê, bi sedan ciwan soz dan ku ewê pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û ev peyam dan: “Emê dîwarên Îmraliyê bişkînin, Rêberê xwe azad bikin û Şengalek xweser ava bikin
Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê duh li komelgeha Dîgurê ya Şengalê 3’yemîn konferansa xwe bi şîara ‘Ji bo azadiya Rêber Apo Cenga Azadî serbixin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidar xist. Di konferansê de bi sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen li hev kom bûn, di çarçoveya fikrê netewa demokratîk a Rêber APO de ji mijara parastina cewherî heya têkoşîna li dijî xiyanetê nîqaşên girîng meşandin, biryarên girîng dan.
Ji Şengalê heya Deşta Nînovayê, rojeva bingehîn ya ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen azadiya fîzîkî ya Rêber APO bû. Piştî ku konferans bidawî bû, bi sedan ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO daxuyaniyeke taybet dan û ji raya giştî re ragihandin ku ewê têkoşîna xwe bilind bikin û pergala Îmraliyê parçe bikin. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Zêdan Şengalî ve hate xwendin.
‘Konferans bi fikir û felsefeya Rêber Apo hate lidarxistin’
Di daxuyaniyê de pêngava ku li seranserê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatî destpêkirin hate bibîrxistin û wiha hate gotin: “Me 3’yemîn Konferansa Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber APO Cenga Azadî biserxin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin’ lidarxist. Konferansa ciwanên Êzîdxanê bi fikir û paradigmaya Rêber Apo hate lidarxistin. Emê biryar û helwesta konferansê pêk bînin, bikin bingeha xurtkirina têkoşînê da ku em azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin.
Heya azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê em nasekinin
Wekî ciwanên Êzîdxanê emê tu carî esareta Rêberê xwe qebûl nekin. Emê ji dijminên mirovahiyê hesabê bixwazin. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo rih da civaka Êzidî, dost û dijminê xwe bi saya Rêber Apo nas kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo rêberê me ye. Heya ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidest nexin û Şengaleke xweser ava nekin em tu carî nasekinin.
Me ji fermanê dersên dîrokî derxistin
Me di 74 fermanan de dît ku yên xwe wekî dostên Êzidiyan nîşan didan, di rojên herî bi zehmet de ev civak bi fermanê re rûbirû hiştin. Me ji vê rastiyê dersen dîrokî derxistine. Emê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin û perwerde bikin. Me hêza xwe ya parastinê ava kir. Ev hemû bi saya Rêberê gelên azadîxwaz Rêber Apo pêk hat.
Emê dîwarên Îmraliyê bişkînin
Dewleta Tirk a qirker û dijminê kokê êdî nikare meşa me ya azadiyê bisekinîne. Emê bi biryariyeke xurt û bi rihê ciwantiya Apoyî teqez biserkevin. Ev soza me ya şehîdan, soza me ya Rêber Apo, soza me ya Êzîdxana pîroze. Emê dîwarên Îmraliyê bişkînin, parçe bikin. Emê Rêberê xwe azad bikin û li Çiyayê Şengalê welatekî azad bi xewn û xeyalê Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt, Pîr Çeko, Vejîn û hemû şehîdan pêk bînin.”
ÇAVKANÎ- ROJNEWS