NAVENDA NÛÇEYAN
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Berxwedanê yên Zapê dijî Artêşa Tirk a dagirker operasyonek şoreşgerî lidarxistine û dewam dike. Tê gotin gelek leşker hatine cezakirin, dewleta Tirk jî kuştina gelek leşkerên xwe piştrast kir.
Li gorî agahiyan, gerîlayan li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Deralok lidar xistin. Hate hînbûn ku operasyona ku têde gelek dagirker hatin cezakirin û çekên wan hatin desteserkirin hê jî didome. Li gorî çavkaniyê ku nûçeya destpêkirina Operasyona Şoreşgerî ragihandî, hate diyarkirin ku du çeperên stratejîk ên ku leşkerên Tirk tê de ne hatine girtin û operasyon didome.
Di dîmenên ku ji cihên niştecihbûnê yên Amediyê hatine nîşandan de jî dengên pevçûnan bi awayekî zelal dikare bê bihîstin.
Dewleta Tirk jî neçar ma mirina 9 leşkeran ragihîne
Wezareta Parastinê ya Tirk ku destpêkê ragihand ku 5 leşker mirine, 8 leşker jî birîndar bûn, neçar ma qebûl bike ku 9 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne.
Li aliyê din hin çavkaniyan, diyar kirin ku gerîlayan li Metînayê li dijî qada Baregeha Bilind a bi hejmar hezar û 740 ku personelên Fermandariya Tûgaya Komando ya 41’an a Kirklareliyê lê bi cih bûne çalakî lidar xistine: zêdetirî 9 leşker mirine, herî kêm 17 leşker birîndar bûne û ji van 4 jî bi giranî birîndar bûne.