NAVENDA NÛÇEYAN
Hate ragihandin ku di operasyonên qirkirina siyasî ya li 32 bajaran de, 113 kes hatin binçavkirin.
Dewleta Tirk a dagirker îro li 32 bajaran operasyonên qirkirina siyasî lidar xist. Li Edene, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Çewlîg, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Mereş, Kastamonû, Qeyserî, Kilîs, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Mûş, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwaz, Şirnex, Dêrsim û Wanê polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Her wiha hate diyarkirin ku heta niha di encama serdegirtina malan de 113 kes hatine binçavkirin.
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birine miduriyetên polîsan ên li bajêr.