Şengal- Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ ku bi beşdariya xwe hêz û destekê dan konferans Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê destnîşan kirin ku yekîtiya ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen wê hêzeke mezin bide têkoşîna xweseriya Şengalê û ev peyam dan: “Konferans û yekîtiya ciwanan ji bo Şengala xweser pir girînge.” 3’yemîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê ku duh li Komelgeha Dîgurê ya Şengalê hate lidarxistin, hêz û coşeke mezin da hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê. Bi vê konferansê re ciwanên Êzîdxanê asoya xwe ya rêxistinbûnê ber bi deşta Nînovayê ve berfireh kirin ku bi sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen di sîwana fikrê netewa demokratîk de li hev kom bûn.
Herwiha di vê konferansê de ciwanên Êzîdxanê ji bo pêşxistin û parastina Rêveberiya Xweser a Şengalê jî nîqaşên girîng meşandin, biryarên girîng girtin. Li gel ciwanan, endam û rêvebirên sazî û dezgehên rêveberiya Xweser a Şengalê jî beşdarî konferansê bûn û destekeke mezin dan vê pêngava nû ya rêxistinî.
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêvebir a Şengalê Dexîl Îbrahîm li ser navê Desteya Rêvebir konferansê li ciwanan pîroz kir û got: “Ciwan pêşeroja me ne, pêşeroja civaka me ava dikin. Ciwan dikarin ji xebatên leşkerî heya xebatên civakî hemû kar û xebatan bimeşînin. Tevgera ciwanan ji bo pergala xweseriyê gelekî girînge.”
‘Ciwan beşdarî pergala xweseriyê dibin’
Dexîl Îbrahîm beşdariya ciwanên Ereb û Tirkmen a li konferansê wekî gavekî girîng nirxand û wiha axivî: “Ev konferansekê girîng bû pêk hat, ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen hemû beşdarî konferansê bûne, beşdarî vê rêxistinê bûne. Pergala xweseriya demokratîk aydê qewmekî an jî olekê bi tenê nîne. Hemû ol û baweriyên Şengalê, beşdarê vê pergalê dibin.”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Sado jî li ser navê jinên Êzidî konferansê li hemû ciwanên Êzîdxanê pîroz kir û wiha berdewam kir: “Di konferansê de rihê ciwantiyê hatiye avakirin. Konferans ji aliye nîqaş û nixandinan ve bi serkeftî derbas bû. Li ser keç û xortên ciwan şerê taybet tê meşandin. Em hêvî dikin ciwanên ku rêxistina xwe ava dikin li hemberî siyaseta şerê taybet hişyar bin. Da ku karibin rihê berxwedaniyê û têkoşînê bi xwe re ava bikin.”
‘Bila keç û xortên Êzidî vegerin ser axa xwe’
Ferîde Sado bi wesîleya konferansê bang li keç û xortên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê jî kir û got: ‘’Hêviya me ewe ku keç û xortên Êzidî yên li kampan vegerin ser axa xwe, bi ax û welatê xwe ve werin girêdan. Bila fikrê xwe û rihê xwe ji tiştên medya digital biparêzin ku rihê berxwedanê li Şengalê geş bikin. Da ku karibin xwedî li ciwantiya xwe û Ezdatiyê derkevin.’’
Endama TAJÊ Ferîde Sado her wiha balê kişand ser beşdariya ciwanên Ereb û Tirkmen jî û ev beşdariye wiha nirxand: ‘’Ev gavekî mezine. Pir girînge ku ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen karibin bi hev re konferansa xwe birêxistin bikin. Bi vî awayî li Şengalê demokrasi û wekhevî tê avakirin. Dema ku destê xwe bikin yek wê karibin mafê xwe bibin.’’
Çavkanî- ROJNEWS