NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî Artêşa Tirk a dagirker derbên giran ji Gerîlayen Azadiyê xwar, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker, Yaşar Guler û fermandarên pê re çûn Şirnexê.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Berxwedanê yên Zapê dijî Artêşa Tirk a dagirker operasyonek şoreşgerî lidarxistine û dewam dike. Tê gotin gelek leşker hatine cezakirin, dewleta Tirk jî kuştina gelek leşkerên xwe piştrast kir.
Li gorî Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di şerê duh li herêma Zapê de 9 leşker hatin kuştin û û bi dehan jî birîndar bûne.
Piştî ku Artêşa Tirk a dagirker derbên giran ji gerîla xwar, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler berê xwe Şirnexê. Serfermandarê Giştî Metîn Gurak û fermandarên hêzê jî pê re hatin.
Wezîr û fermandarên pê re Walî Cevdet Atay, parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Arslan Tatar û rayedarên leşkerî li Balafirgeha Şerafettîn Elçî pêşwazî kirin. Tê payîn ku Wezîr Guler û fermandarên pê re yekîneyên li ser sînor lêkolîn bikin.
Hêjayî gotinê ye ji duh ve operasyona şoreşgerî ya gerîlayên azadiyê ya dijî Artêşa Tirk dewam dike, li gorî agahiyên ji herêmê tên, bi dehan leşkerên Tirk hatine kuştin.
HPG’ê heya niha derbarê çalakiyên gerîla de daxuyaniyek nedaye.