HELEB – Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Heleb, ku di encama kirîza dil de gihîşt asta şehadetê, îro bi merasîmeke bi heybet ji aliyê hêzên YPG, YPJ û gelê Şêx Meqsûdê ve hat oxirkirin. Cenazeya şehîd Şervan Heleb bi meş, silogana “Namire, Namire, Şehîd Şervan Namire” û merasîmekê ji bo goristana Berxwedana Helebê hate rêkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin hate sekinîn, li ser navê fermandariya giştî ya YPG’ê heval Rojda axaftin kir, sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û di axaftina xwe de wiha da diyarkirin:
“Heval Şervan li çar parçeyên Kurdistanê şer kir û kedekî pir mezin ji bo şoreşê û gelê xwe kir, kedekî heval Şervan ê mezin ji bo gelê Şêx Meqsûdê heye,ger em bi heval Şervan ve girêdayî ne, divê em xwedî li keda heval Şervan derkevin.”
Di dawiyê de wiha destnîşan kir: “Gerîla li hemberî teknîka herî mezin li ber xwe dide. Em soz didin heya rakirina tecrîda li ser Rêber Apo emê berxwedana xwe weke ya gerîla bilind bikin, ancax bi vî rengî em karibin xwedî li keda heval Şervan derkevin.” Her wiha da zanîn ku ji bo karibin şerê taybet a dijmin ji holê rabikin ancax bi berxwedaniya gelê kurd vê yekê pêk bînin.
Piştî ku axaftin bi dawî bû wesîqeya şehadetê ya şehîd Şervan hate xwendin, her wiha tûrena leşkerî hate gerandin û cenazeya şehîd Şervan Heleb hate oxirkirin.