NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermana 2014’an heya roja me ya îro ciwanên Êzidî ji bo xwe perwerde bikin û birêxistin bikin merheleyên girîng derbas kirin, ji bo rêxistinbûnê gavên mezin avêtin. Ciwanên Êzidî ku di fermanê de bi hemû hêza xwe ve beşdarî refên parastinê bûn, sal bi sal asta xebatên xwe fireh kirin, yekîtiya xwe ya bi ciwanên Ereb re pêş xistin û di demên dawî de jî bi fikrê netewa demokratîk ber bi Deşta Nînowayê gavên berfirehbûnê avêtin. Encama ked û xebata 9 salan, duh di 3’yemîn konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de bi her awayî xuya bû. Bi sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen di bin şîara “Ji bo Azadiya Rêber Apo Cenga Azadiyê biserbixin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin” kom bûn û bersiveke xurt dan şerê taybet a ku li ser ciwanan tê meşandin.
Di konferansê de mijara esasî ya hemû peyam, axaftin û nirxandinan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, parastina cewherî, mîsogerkirina xweseriya Şengalê û pêşxistina yekîtîya ciwanên Êzidxanê bû. Yek ji beşdarên konferansê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Suham Şengalî derbarê encamên 3. Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de axivî.
‘CIVAK BI PÊŞENGTIYA CIWANAN DIKARE BÊ GUHERTIN’
“Di vê konferansê de, di serî de, peyam ku hatin gelekî girîng bûn, xwedî wate bûn. Bi rastî civak bi pêşengtiya ciwanan dikare were guhertin. Ciwanan ku ji bo civaka xwe, ji bo axa xwe, ji bo rûmeta xwe, xwe bi rêxistin dikin, pêşengtî ji civakê re dikin, xalekî gelekî girîng e, ji ber ku ciwan enerjîya herî aktîf a civakê ne.”
‘WÊ CIWAN BI HÊZA KU JI KONFERANSÊ DIGIRIN, ÊRÎŞÊN DIJMIN PÛÇ BIKIN’
“Em dibînin ku li hemberî me jî herî zêde, ji bo ku civakekî bê îrade bikin, di dest pê kê de, noxteyê esasî ku digirin û pê êrîş dikin, yek jin in û yê din ciwan in. Ji bo wê yekê, ciwan di Şengalê de, bi netewên dîtir re xwe bi rêxistin kirin, bi taybetî di alanê Şengalê û giştî sahaya Iraqê de, rêxistina xwe ava kirin, bersivekî herî mezin ji bo dijmin. Bi taybetî jî, li hemberî ew dijmin ku dixwest di nava civakan de nakokîyan derxe, bersivekî ji bo vê zihniyetê ye. Peyamekî ji bo wê yekê.”
‘YÊ KU HIŞT EM SER PIYAN BIMÎNIN FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO BÛ’
“Ya dîtir jî em dibînin ku ev ciwan îro li vir kom bûne di bin banê fikir û felsefeya Rêber Apo de. Yê ku jî herî zêde bi gotinan xwe got “Me bi ciwantî dest pê kir, emê bi ciwantî bi ser bikevin”, ev 50 sal e li Rojavayê Kurdistanê, li Başurê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê, li her deverên Kurdistanê, di Şengalê de û derve welat em dibînin, yê ku hişt em ser piya bimînin fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Duyemîn em dikarin bêjin ev zihniyeta ku dikare bi ciwantî berxwebide, têkoşîn bide meşandin, gelekî girîng e. Bi taybetî jî peyamên ku ji hemû deveran hatin coş dan konferansê, moral dan konferansê. Bi taybetî wek ciwanên Êzîdî em dikarin bi hemû netewên derdora xwe jî yekîtiya xwe xurt bikin û dikarin ji civaka xwe re pêşengtî bikin.”
‘DIXWAZIN SÎXÛRAN DI NAV CIVAKÊ DE AVA BIKIN’
Ez dixwazim behsa noxteyekî gelekî girîng bikim di vê konferansê de. Niha şerê taybet li ser ciwanan gelek tê meşandin, bi taybet li ser ciwanên Êzîdî. Mesele, bi rêya KDP dixwazin sîxuran di nav vê civakê bidin avakirin, bi rêbazên gelekî zirav dixwazin ciwanan binxînin. Ji ber vê yekê, bi vê konferansê dikare bibe wesîleyekî ku bikaribe bibe bersivekî xurt ji bo dijmin, ku bikaribe li hemberî wan bibe asteng û pilanên wan vala derxe.
‘EM VÊ KONFERANSÊ LI RÊBER APO PÎROZ DIKIN’
Careke dîtir em vê konferansê, di serî de, ji Şengalê, li Rêber Apo pîroz dikin, ji vê derê heya çiyayên azad, li gerîlayên ku berxwedidin di çeperan de pîroz dikin, li hemû şehîdan, malbatên şehîdan pîroz dikin, li civaka xwe pîroz dikin û em gelek spas dikin.
ÇAVKANÎ: ANF