BERLÎN- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst li paytexta Elmanya Berlînê hatin cem hev û ji bo silavkirina operasyona Şoreşgerî Gerîla ya li Zapê û ji bo şermezarkirina bombebarankirina cihên sivîlan ên li hemberî Rojava ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, meşek organîze kirin.
Ciwanên Kurd û Enternasyonalîst operasyona şoreşgerî ya 12’ê Çile ya li Zapê ya qada berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê gerîlayan ve hat lidarxistin bi coşeke mezin silav kirin û duh êvarê li Berlînê Kreuzberg meşek organîze kirin.
Endamê YXK’ê yê beşdarî meşê bû got, “Berxwedana gerîlayên ku di demeke pir kin de duyemîn têkçûna giran li faşîzma Tirk xistin, nîşan dide ku dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya qirkirinê de asê maye.” Her wiha endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger gotin, “Berxwedana Zapê ji bo hemû gelên cîhanê yên azadîxwaz jî nîşaneyeke mezin a hêviyê ye.” Di meşê de alên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ hatin hilgirtin, dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava”, meş ji Schlesisches Tor’ê heta Kottbusser Tor bi fîşekên hewayî berdewam kir.