HESEKE – Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk li bajarê Hesekê civinekî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li darxistin. Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif weke dîwan tevlî civînê bû.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ê bêdeng li ser giyana şehîdên şoreşê destpê kir. Piştî wê Foza Yusif derbarê rewşa xwendekar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û mafê axaftinê da beşdarên civînê. Rewşa xwendekaran û pirsgirêka wan bi berfirehî hatin niqaş kirin.
Di encama nirxandinên beşdarên civînê de, di dawîyê de pilansazîyên ji bo kar û xebatê pêşerojê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk hatin dîyar kirin.