MEXMÛR – Civîna Salane ya Tevgera ciwanên Wargeha şehîd Rûstem Cûdî a Mexmurê (TCM) bi tevlîbuna 40 endaman, 13’ê Çilê saat 9’ê sibehê hate lidar xistin. Ev civîn bi tevlîbuna endamên Tevgera Ciwan û jinên Ciwanên Mexmûrê, Yekîtiya Xwêndevanên Azad, Meclisa gel, Komîteya Dîplomasî, Çand û Hûner, RAJIN û komîteyên semtan û hwd rêve çû.
Di serî de bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê Kurdistanê hat girtin. Piştê wi ji bo rêvebirina civînê 3 endamên Tevgera Ciwana hat hilbijartin û bi vi rengî ciwîn hat destpê kirin. Perspektîfên Rêber Apo ji aliyê hevberdevkê TCM Kajîn Ozek ve hate xwendin. Rapora kar û xebatê salêk jî ji aliya hevberdevkê TCM Sîpan Yaman ve hate xwendin.
Rewşa Rêber Apo û bi vê girêdayî rewşa siyasî, civakî û rewşa ciwanên cîhanê hatine nîqaş kirin.
Di heman çarçoveyê de mijarê esasî ku hate destgirtrin bandora şerê taybet û koçberî li ser ciwanên wargeha şehîd Rustem Cûdî a Mexmurê tê meşandin bû. Di heman demê de hêza têkoşînkirina li diji vê û hêza çareseriye hate bersivandin.
Planameya kar û xebatê salêk hate li darxistin.
Bi biryardariyêk bilind, bi coş û germahiyêk mezin civîn bi sloganan hat bi dawî kirin.