Îro li bajarê Qamişlo Yekîtiya Jinên Ciwan civîna xwe ya salane li darxistin. Destpêkê civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê cangoriyên azadiyê destpêkir.
Beriya nirxandinên salê perspektîfên Rêber APO hatin xwendin. Bi xwendina perspektîfên Rêber APO ve jinên ciwan di warê fikr û felsefeya Rêber APO careke din gihîştin wê biryarê ku azadî bi rêya lêgerînvaniya heqîqetê ve tê bidestxistin. Li ser van bingehan nîqaşên ku xebat bêhtir çawa dikarin li ser vê bingehê werin meşandin hatin nîqaşkirin.
Piştî wê berdevka Jinên Ciwan ya bajarê Qamişlo ROSÊL ELELÎ rapora salane xwend û tê de behsa kar û xebatên xwe yên di derbarê sala 2023’an de kir.
Her wiha di civînê de rexnedayîna sala berê hate dayîn û hate gotin ku bi taybet weke jin emê xwedî Rêbertiya xwe derbikevin û di sala nû de di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî.’ wê xebatên xwe hîn dorfirehtir bikin.
Bi taybetî jî di sekna jina azad de israrkirin dê çawa be hate nirxandin û sekna welatparêziya esas divê çawa be li ser hate nîqaşkirin. Li ser van yekan girîngiya pêşengtî, rol û mîsyonê jinê ya ku bileyize hate bilêvkirin. Di warê sala nû de nirxandinên ku divê li beramberî hişmendiya zilam ku her rojê jinê bi awayeke cûda qetil dike çawa bê sekinîn hatin kirin.
Di heman demê de meclisa Jinên Ciwan ya bijarê Qamişlo hat diyarkirin û plansaziya xebatên salane werin meşandin hate derxistin.
Di dawiyê de civîn bi slogan û govend bi dawî bû.