ŞEHBA – Di 12’ê Çileyê de gerîlayên Hêzên Parastinê Gel (HPG) derbeyek mezîn li dewleta Tirk a dagirker dan. Li çiyayên Zapê herî kêm 61 leşkerên dagirker hatin cezakirin û 4 birîndar bûn. Piştî windahiyen li çiya, dewleta faşist a Tirk li Rojavayê Kurdistanê êrîşên li gelek bajaran kir.
Îro li Kampa Serdem ya herêma Şehba bi dehan ciwan çalakiyên gerîla pîroz kirin û li beramberî êrîşên li ser herêmê sekna xwe diyar kirin. Çalakî bi deqeyek rêz girtin destpêkir. Piştî wê daxuyaniyekî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihyar Habaş daxuyaniyek hat xwendim. Di dawîyê de jî agir hat pêxistin û ciwanan bi stranên şoreşgerî govend girtin.
Daxuyanî wiha bû:
“Hevalên hêja, gelê berxwedêr û ciwanên bi rûmet,
Wek tê zanîn, 2 roj berî gerîlayên azadiyê Kurdistanê dîsa derbeyek mezîn li dargikeran dan. Li çiyayên Zapê, ku vediguherî goristana faşistan, operasyona şoreşgerî hat lidarxistin û bi dehan askerên tirk hatin cezakirin.
Dewleta tirk ya faşist windahiyen xwe vedişere û bi riya giştî ya şerê taybet dixwazê mijarê bitepsîne, lê ji heqîqet însan nikarê bireve. Wek heval Cemal got: Van dargikeran an birevin an bimirin! Dîsa dewleta ya dargikeran bere xwe da Rojava û êrîşên li hemberî hedefên sîvîl kir, lê bele îradeya gelê Rêber Apo nayê şkinandin.
Em wek ciwanên Şehba û Efrîn çalakiyên gerîla pîroz dikin û silavên germ ji hevalên li çeperê şer re dişinin. Em jî, erka xwe ya parastina vê şoreş pêk binin!
Bijî Rêber APO!
Bijî Berxwedana Gerîla!
Bimire Dargikeriye!”