HELEB – Îro li taxa Şêx Meqsûd a Helebê Yekîtîya Jinên Ciwan civîna xwe ya salane bi tevlîbûna jinên ciwan ên Helebê û di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” li dar xistin.
Civîn bi girtina deqeyek rêzgirtin li ser giyana pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştî wê perspektîvên Rêber Apo yên ji bo jinên ciwan hatin xwendin. Her wiha, rapora kar û xebata salekê ya Yekîtîya Jinên Ciwan a Helebê ji aliyê endama Jinên Ciwan bi navê Fatme ve hate xwendin.
Piştî xwendina raporan bi dawî bû, rewşa siyasî hate kirin. Piştre li ser navê Kongra Star Zêneb Ebwa axaftin kir û da diyarkirin ku di Rojhilata Navîn de polîtîkayeke qirêj tê meşandin û bi taybet li dijî gelê Kurd, dewleta tirk dixwaze bi şer vê yekê pêk bîne, lê hêza me yê QSD û Gerîla bersiva herî mezin dide dewleta tirk.
Di beşa duyem a civînê de, bi gelemperî derbarê pirsgirêkên ku jinên ciwan di nava kar û xebata xwe de û di nava civakê de dikişînin nirxandin hatin kirin. Li aliyê din asta kar û xebata jinên ciwan a heyî hate nirxandin û girêdayî vê yekê şerê taybet ê ku rêjîm li dijî jinên ciwan bikar tîne, asta bilindkirina têkoşîna li dijî vê yekê û xwedîderketina li pêvajoya heyî bûn mijarên civînê.
Civîn bi derxistina encamên kar û xebata jinên ciwan li Helebê, bi danîna pilan û erkên ji bo pêvajoyê û nirxandineke giştî li ser asta hemû rêxistinbûna jinên ciwan û jin hate kirin û hemû endamên Yekîtîya Jinên Ciwan a Helebê li pêşberî hemû beşdarvanan soza xwe dan ku ew ê piştî vê civîna asta kar û xebata xwe mezintir û bilindtir bikin.
Bi berzkirina siloganên “JIN, JIYAN, AZADÎ û “BÊ SEROK JIYAN NABE” civîn hat bidawîkirin