NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Tirk a dagirker stasyona ceyranê ya navçeya Amûdê û gundê Kotih ê rojavayê navçeyê bombebaran kir.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Balafirên bê mirov û bi çek ên artêşa Tirk a dagirker stasyona ceyranê ya navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê û gundê Kotih ê rojavayê navçeyê bombebaran kir.
Her wiha artêşa balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk aşê “Dirbas” ê li ser rêya navçeya Amûdê û bajarê Hesekê bombebaran kir.
Li gorî agahiyan 2 karkerên di aşê de dixebitîn birîndar bûne, li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê belavkirîn navên karkerên birîndar Hisên Ayiş Hisên (45) û Mihemed Xêr Ehmed Şêxê (23).
Hisên Ayiş Hisên ji hewz û çogê ve û Mihemed Xêr Ehmed Şêxê ji hêt û destê xwe yê çepê ve birîndar bûne. Her du birîndar li nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê tên dermankirin.
Piştre balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk gundê Merkeba yê nêzî Hola Beylesan a dikeve başûrê navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê bombebaran kir.