Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan hate kirin û hate gotin, dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku çavkaniyên debara gel ji holê rake, saziyên Rêveberiya Xweser tune bike û tirsê di nav şêniyan de belav bike, her wiha terora DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne. Di heman demê de qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dikin.”
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hate kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bînin û der barê sûcên ku dewleta Tirk li dijî gel dike lêpirseîkê veke.
Her wiha bang li tevahî pêkhateyan hate kirin ku li hemberî terora dewleta Tirk bibin yek û têkoşînê geş bikin.