NAVENDA NÛÇEYAN
Fermandariya QSD’ê destnîşan kir ku şervanên wan dê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê bersiv nehêlin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya îdiayên xwe yên derew yên dûbare de îdia kir ku di êrişên wê yên domdar ên li ser herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin şervanên me şehîd bûne. Em diyar dikin ku ev îdia derew in. Ev îdia amûrên sabit ên dagirkeran e. Dagirker bi rêya van amûran hewl dide sûcên xwe yên hedefkirina binesazî, navndên xizmetguzarî, qadên niştecihbûnê û jêderên debarê veşêre. Belgeyên bi dîmen îsbat dikin ku ew sûc ji tevahî îdiayên dûbare yên Tirkiyeyê mezintir û zelaltir in. Ev belge raste rast e dewleta Tirk krîmînalîze dikin.
Dewleta Tirk a dagirker di du rojên borî de bi balafirên xwe yên şer û yên bê mirov saziyên enerjî û yên kehrebeyê, dîsa embarên genim, ekîbên agirkujiyê, malên sivîlan, baxçeyên wan, jêderên debara wan, rêyên serke û derdora bajaran kirin hedef. Ji ber van êrişan wêraniyeke mezin çêbû. Di encamê de gihandina xizmetan, enerjî, kehrebe û av jî di nav de ji bo sed hezaran kesî rawestiya.
Hedefên rasterast û erişên dijminane, dijbertiya dewleta Tirk a dagirker a li tevahî şêwazên jiyanê û hêmanên wê yên li herêmê diyar dikin. Ev êriş aşkera sûcên şer in, armanc jê ew e ku ziyaneke mezin bighîne jiyana şêniyan û wan bitirse. Her wiha rûyê rast ê fikrê bi sûc ê dagirkeran nîşan dide.
Em teqez ku bersivdayîna êrişan mafekî me yê rewa ye. Em ê ji her demên bêtir gelê xwe û herêmên xwe bi xurtî biparêzin. Şervanên me dê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê bersiv nehêlin; ev soza me ye ku bi gelê me yê berxwedêr re nû dikin.”