Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 2017’an ve tên domandin, di 2 rojên dawî de dijwartir bûn.
Balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên dagirkeran ji şeva 12’yê çileyê ve ji Dêrikê heta Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Kobanê û Şehbayê binesazî û navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin.
Di 48 saetên dawî (Ji şeva 12-13’yê çile heta şeva 14-15’yê çileyê) de 56 dever hatin bombebarankirin û ziyanên mezin ên madî derketin holê.
Şeva 12-13’yê Çileyê de Stasyona petrolê ya Zarba û navendeke din a petorlê yên li başûrê rojhilatê navçeya Tirbespiyê û Bendava Başûtê ya rojhilatê bajarê Dêrikê 5 caran bi balafiran hatin bombebarankirin.
Êrîşên din tevahî şeva 13-14’yê Çileyê û tevahiya 14’yê heta sibeha 15’yê Çileyê pêk hatin. Cihên hatine bombebarankirin wiha ne:
– Gundên Xirbet Şeala û Hirbil ên kantona Efrîn û Şehbayê hatin topbarankirin. Bi 2 roketan nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li bendava Şehbayê hat bombebarankirin.
– Nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Xerbîsan ê Kobanê bi balafira bê mirov a bi çek hate hedefgirtin.
– Gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê hat topbarankirin.
– Stasyona petrolê ya li başûrê rojavayê navçeya Tirbesipiyê ya di navbera gundên Gir Dahol û Gir Şêran de hatin bombebarankirin.
– Bankeya çandiniyê ya li başûrê Tirbespiyê, devera navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk ên herêma Koçerat a Dêrikê de hat bombebarankirin.
– Navenda navçeya Eyn Îsayê.
– Stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsayê.
– Benda kontrolê ya li deriyê başûrê yê ketina Eyn Îsayê.
– Gundê Xalidiyê yê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê.
– Bajarokê Celebiyê yê 45 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanê.
– Navenda Temwînê (Çavdêriya bazarê) ya li Dirbêsiyê.
– Cihê berê yê şirketa Lavarge ya fransî ya li rojhilatê Kobanê 3 caran hat bombebarankirin.
– Di êrişa bi balafira bê mirov a bi çek a li ser gundê Kerbetlî yê navçeya Dirbêsiyê de jina bi navê Ehlam Ebdurezaq Remo û zarokên wê Rojan (3) û Can (4) birîndar bûn.
– Stsayona ceyranê ya bajarê Kobanê.
– Gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê.
– Çewilka pez a li gundê Şêx Copan ê başûrê bajarê Kobanê hat bombebarankirin.
– Li devera navbera gundên Quneytra û Şaemsûr ê rojavayê Dirbêsiyê 3 cih hatin bombebarankirin.
– Nuqteya hêzên Şamê ya li gundê Şewarxe yê navçeya Şerayê 3 caran hat topbarankirin.
– Tîmên agirkujiyê yên hewl didan şewata ji ber bombebaranê ya li şîrketa Lavarge ya li Kobanê vemirînin, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.
– Li navneda bajarê Kobanê embareke genim hat bombebarankirin.
– Li rojavayê bajarê Kobanê daristanek hat bombebarankirin.
– Di êrişa hewayî ya li dijî noqteya hêzên Şamê ya li gundê Dibane yê Qamişloyê de 5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.
– Stasyona kehrebeyê ya li navçeya Amûdê û gundê Kotihê yê rojavayê navçeyê hatin bombebarankirin.
– Rojnamevanan dîmenên cihê êrişa li Kobanê dikişandin jî hatin hedefkirin.
– Aşxaneya Dirbas a li Amûdê hat bombebarankirin û 2 karkerên bi navê Mihemed Xêr Şêxî (23) û Hisên Ayiş Hisên (45) birîndar bûn.
– Gundê Merkeba yê Amûdê hat hedefkirin.
– Şirketa Nêrgiz a li gundê Heremê Şêxo yê rojavayê bajarê Qamişloyê hat hedefkirin.
– Stasyona kerebeyê ya li Qamişlo hat bombebarankirin.
– Depoyek li ser rêya balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin. Di êrişê de zarokek bi navê Hêlin Mihemed birîndar bû.
– Dibistana fêrkirina ajokariyê ya bajarokê Girbawî yê Qamişlo hat bombebarankirin.
– Kargeha çêkirina helawê û tehînê ya li rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.
– Depoyeke amûrên xizmetguzariyê ya li nêzî balafirgeha Qamişloyê hat bombebarankirin.
– Stasyoneke petrolê ya li başûrê rojavayê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
– Benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xeznê ya Tirbespiyê hat bombebarankirin.
– Cihê petrolê ya li gundê Xatûne yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
– Stasyona petrolê ya Ude ya li rojhilatê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
– Stasyona gazê ya sereke ya li Tirbespiyê 10 caran hat bombebarankirin.
– Benda kontrolê ya hêzên ewlekariyê ya li gundê Kevirê Spî yê başûrê rojavayê Qamişlo hat bombebarankirin.
– Stasyona kehrebeyê ya li Tirbespiyê hat bombebarankirin.
– Navenda petrolê ya li rojhilatê Tirbespiyê 3 caran hat bombebarankirin.
– Navenda petrolê ya li gundê Girê Pirê yê Tirbespiyê hat bombebarankirin.
– Navenda Siwêdiyê ya ku kehrebeyê dide kantona Cizîrê hat bombebarankirin.
– Navenda Tifle ya safîkirina sotemeniyê ya li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombebarankirin.
– Stasyona xazê ya li gundê Siwêdiyê ya li navbera Girkê Legê û Dêrikê 10 caran hat bombebarankirin.
– Gundên Eyn Deqnê, Minx û derdora navçeya Til Rifatê yên girêdayî Şehbayê hatin topbarankirin.
Êrîşên sibeha 15’yê Çileyê
– Li navçeya Til Temir depoyên genim ên Um Kêf ên rojavayê navçeyê bi çekên giran hatin topbarankirin.
– Embarên genim ên li Um El-Kif ên li rojavayê Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin.