ŞEHBA – Di bin dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” li navçeya Ehdas a Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk li ser binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye meşekî hate lidarxistin.
Meş bi dirûşmeyên “kes nikare berxwedana me têk bibe” û “na ji dagirkeriya tirk re” ji çerxereya Ehdas de dest pê kir û li pêşiya gulistana Rêber Apo veguherî mitîngê.
Li wir deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan hate sekinîn. Piştî wê li ser navê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrînê Zelûx Beko axivî û berxwedana gerîla, berxwedana gelê Rojava û berxwedana Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) silav kir û da zanîn ku gerîla di nava dijmin de lê da û derbên giran li wî xistin. Ev çalakiyan tola hemû herêmên Rojava û Rêber Apo hildan û ji ber vê yekê jî dewleta tirk da ku li ser kuştiyên xwe veşêre, van êrîşan li dijî Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne.
Piştî ku axaftin bi dawî bû meş bi silogana “Na Ji Dagirkeriya Tirk Re, Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.