NAVENDA NÛÇEYAN – Berî kêliyekî Navenda Ragihandin a Hêzên Sûriyê Demokratîk bi daxuyaniyekî nîvîskî diyar kir ku tu şervanê xwe nehat şehîd xistin di 3 rojên dawî yên êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Daxuyanî wisa ye:
Dewleta Tirk a dagirker şehîd xistina gelek şervanên me di roja 3’yemîn a êrîşên xwe yên terorîst li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Em bi tundî diyar dikin ku ev agahî şaş in û ku tu şervanê me nehat şehîdxistin yan birîndar bû di van êrîşan hovane de, ku piranî binesazî, xizmetguzarî, saziyên enerjî, malên sîvîl, û saziyên sîvîl hedef digire. Sûcên şer ên belgekirî yên dewleta Tirk a dagirker di 3 rojan de 50 sûc derbas kirin, di nav de wêrankirina sîstematîk a saziyên xizmetê esasî û bi zanebûn hedefgirtina çavkaniyên esasî yên jiyanê ji bo mîlyonên mirov. Careke dîn, derewan ku dewleta Tirk a dagirker belav dike ji bo pêşxistina êrîşên xwe yên terorîst li dijî herem û gelê me tên eşkere kirin û dîmenên li ser erdê bi awayekî eşkere têkçûna dagirkeriya Tirk a di propagandaya van derewan de piştrast dike.
Navenda Ragihandin a QSD
15’ê Çileyê 2024