Bi munasebeta salvegera 4’emîn a şehadeta yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdet Şengalî û 3 hevrêyên wî, Mala Êziyan a Helebê merasîmek bîranînê li Pakrawangeha Şehîdên Berxwedana Taxaên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist. Bi dehan endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir destnîşan kir ku şehîd ji xwîna xwe ya pîroz şanaziyê diafirînin û gel bi fedakariya wan serbilind e.
Hevseroka Mala Êzîdiyan Roşîn Mûsa got: “Şehîd Zerdeşt jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe feda kir û ji bo ciwanên Êzidî pêşeng bû. Şehîd Zerdetş civaka Êzodî ber bi rizgariyê ve bir û ruhê berxwedanê di wan de xurtir kir.”
Di dawiya bîranînê de mûn li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.