HESEKE – Li navçeya Şedadê ya kantona Heseke Tevgera Ciwanên Şoreşger bi amadebûna dehan endamên xwe civîna xwe ya salane li dar xist.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rewşa siyasî hat nirxandin. Piştre sala derbas bû ya kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Şedadê hat nirxandin.
Di encamê nirxandinên de plansaziyekî ji bo sala nû hat derxistin û endamên meclîsê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilbijartin. Di dawîyê de endamên meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger soza tekoşîn û pêkanîna karê xwe li hemberî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû pêkhate dan.