NAVENDA NÛÇEYAN- Bêrîvan Agal di nav karwanên şehîdên doza têkoşîna azadiyê de yek ji şoreşgerên herî tê nasîn û zanîne. Wek jinek ciwan ya Êzidî hate dinê. Dema malbat koçî Ewropa jî bu her hesreta welatê xwe bu û cardin lê vegeriya. Beriya 34 salan di encama pevçunek de li Cizra Botan di oxira doza gel, xak û azadiyê de şehîd ket.
Binefş Agal di sala 1966’an de li navçeya Beşîrî ya Batmana Bakurê Kurdistanê, ji dayîk bû. Malbat welatparêz bû. Navê wê ji destana Kurdî ya bi navê ‘Cembeliyê Mîrê Hekarî û Binefşa Narîn’ girtin û lê kirin. Binefş Agal Êzidî ye û wek bi hezaran malbatên Êzidî rastî zilm û zora netew dewleta Tirk hate. Dewleta ku yek tîp pergala xwe ferz dikir Êzidiyan dikir hedef, zilm û zor dimeşand. Di encama wê zilm û zorê de, sala 1980’yan di encama zextên piştî darbeya 12 Îlonê koçî Ewropa kirin. Wan deman 15 salî bû. Li Ewropa jî ji xwe bû hezaran Êzidî ji cîh û warên xwe bibin, derbeder bibin û bi siyasetek zirav bêne helandin pergalek dida meşandin. Bineş Agal van rastiyan dîtibu û jiber wê jî berê xwe dabu kar û xebatên têkoşîna azadiyê li Ewropa dihate meşandin. Li Elmanya jiyan dikir malbata wê, li bajarê Celle ku îro jî bi hezaran malbatên Êzidî jiyan dikin. Demek diçe medresê lê her dil û mejiyê wê li welêt bû, hesret, bêrîkirinek mezin jiyan dikir. Sala 1984’an ji bajarê Celle tevlî têkoşîna azadiyê bû.
Bi coş, enerjiya xwe, heskirin û eşqa xwe bû welat, civak û doza azadiyê pir bilind bubu ku carek din berê xwe dabu welatê xwe, warê bav û kalan. Lê destpêkê sala 1985’an berê xwe dide Lubnanê, li geliyê Bekayê Akademiya Mahsum Korkmaz de demek dimîne û perwerdeya bîrdozî û leşkerî dibîne. Piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe li wir jî kar û xebat de cîh girt.
Sala 1988’an ji bo birêxistinkirina gel li Botanê hate şandin. Li Cizîra Botan dest û zendên xwe bada. Li Cizîra Botan îro jî wek “Bêrîvana efsanevî” tê nasîn. Qabiliyeta wê, welatparêzî, biryardarî û jîrbuna wê bandorek pir mezin li ser civakê dike.
Bi hezaran zarok navê Bêrîvan hildan
Bêrîvan bi eşqek mezin berê xwe dabu Botanê, li wir di nav gelê herêmê de pir hate heskirin. Lê xiyanetek pêktê ku cihê wê tê îhbar kirin. Mala lê ye dema hîndibin artêşa Tirk derdorA malê 16’yÊ Çile ya sala 1989’an dorpêç dike, ji bo ziyan negihêje ferdên malbatê wana ji mala wan derdixîne û berxwedide. Di wê pêvçunê de şehîd dikeve. Îro jî li Cizîrê gora Bêrîvanê wek tirbeyek tê dîtin û parastin.
Şehadeta wê bû hêzek mezin ji bo civakê û bi hezaran malbat navê Bêrîvan li zarokên xwe kirin, bi mebesta bîranina Bêrîvan-Binefş Agal. Gelek rêxistinbun, kar û xebat bi navê wê hate tacîdar kirin û meşandin. Bêrîvan–Binefş Agal yek ji şehîdên herî tê nasîn û heya roja îro jî bandora wê gelek heye. Li ser navê wê stran, helbest, pirtûk jî hatine nivîsandin.