KOBANÊ- Îro endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kobanê hatin cem hev û pirtûka Şehîd Rûstem Cûdî ya bi navê “Îdeolojî” xwendin. Piştî xwendina pirtûkê di nava ciwanan de nîqaş pêş ketin.
Di nîqaşan de girîngiya nasnameya ciwanan, girîngiya Îdolojiyê di naskirina êrîşên dijmin ên li ser ciwanên Kurd de û girîngiya kûrkirina Îdolojiya Rêber Apo afirandiye hate nîqaşkirin. Xwendekar diyar kirin ku ew ê xebatên xwe yên koma xwendinê bidomînin.
Pirtûka Îdolojiyê: Şehîd Rûstem Cûdî a ku di Têkoşîna Azadiyê de di gelek qadan de rola pêşengiyê lîst û di asta rêveberiyê de cih girt û di 10’ê Cotmeha 2011’an de Dewleta Tirk li gel Şehîd Alîşêr Koçgirî û Şehîd Çîçek Gici di êrîşa hewayî ya ji aliyê faşîstan ve hate kirin de şehîd bû. Di dibistana Mazlûm Dogan, ji dersa ku wî dayî hatiye berhevkirin.
Di pirtûkê de:
1- ÎDEOLOJÎ ÇI YE?
2-TAYBETMENDIYÊN ÎDEOLOJÎ ÇI NE?
3-NASNAMEYA ÎDEOLOJÎK ÇI YE?
4- NASNAMEYA ÎDEOLOJÎK YA DI TEVGERA AZADÎ DE
5-RÊBERTÎ BI HÊZA XWE YA ÎDEOLOJÎK DERFETÊN TÊKOŞÎNÊ AFIRAND.
6- TÊKILIYA EKOLOJIYÊ BI ÎDEOLOJÎYÊ RE
7- AVAKIRINA CIVAKÊ EXLAQÎ Û POLÎTK
sernav hene.