KOBANÊ- Yekitiya Xwendekarên Jin a Xwendekar li Zanîngeha Kobanî hatin cem hev û li fîlma “14 Tîrmehê” a ku behsa berxwedana bêhempa berxwederên rojiyê mirinê Mehmet Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek, Kemal Pîr û Akîf Yılmaz û her wiha Mazlûm Dogan a ku bûye sembola Newrozê, sembola Jina Azad a PKK’ê Sakîne Cansiz û Çaran a ku bedena xwe dan ber agir li dijî îşkenceyên Rejîma Cûntaya Faşîst a 12’ê Îlonê tamaşe kirin.
Beriya dest bi temaşekirina sînevîzyonê werekirin, ji bo bîranîna şehîd û berxwedêrên Zîndana deqeyek rêz girtin hate girtin.
Endamên Tevgera Xwendekarên Jin ên Demokratîk piştî temaşekirina fîlmê li ser nîqaş kirin. Xwendekarên jinên ciwan diyar kirin ku ew ji fîlmê gelekî bandor bûne û diyar kirin ku ew ê di têkoşîna xwe de berxwedana wan zindî bihêlin û her tim li ser şopa şehîdan bin.
Bername bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.