HELEB – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê li dijî hedefgirtina 80 sazî û rêxistinên xizmetguzariyê yên di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û ji bo gelê Efrînê, tevî jinên ciwan ên ji aliyê çeteyên qirker ve hatin revandin û qetilkirin, meşek girseyî li dar xist. Li gel jinên ciwan gelê Helebê jî beşdarî meşê bûn. Meş ji salona 8’ê Adarê ya li Taxa Xerbî destpê kir, heta Taxa Sahaşê berdewam kir. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî, Bê Serok Jiyan Nabe hatin qîrîn. Her wiha di meşê de pankarta bi nivîsa “Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, Jin Piştgiriya Şoreşê Dikin” û “Sîstema Tirk Dagirker e, Ji Dagirkeriyê re Na” hat vekirin. Her wiha aklên Rêbertiyê hatin rakirin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Norşan Naîsan axivî. Naîsan diyar kir ku wan weke jinên ciwan helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan didin û bang li hemû jinên ciwan kir ku li dijî dagirkerî û qirkirinê têkoşîneke xurtir bidin meşandin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.