ŞEHBA – Îro li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê meşeke girseyî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye hate lidarxistin.
Meş bi dirûşmeya “Na Ji Dagirkeriya Tirk Re” û bi tevlîbûna koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê, endamên meclîs, desteyan û saziyên sivîl ji qada bazarê de bi rakirina lafîteyên bi navê “Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye”, “teqez em ê bi ser bikevin”, “berxwedan jiyan e”, “bêdengiya navdewletî karîseta mirovî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye çêdike” dest pê kir. Meş li çerxereya Til Rifetê veguherî mitîngê.
Di meşê de bang li rêxistinên navdewletî hate kirin ku li beramberî van êrîşan helwestekê bigirin.
Meş bi siloganên “Na Ji Dagirkeriya Erdoganê Kujer Re”, “Berxwedan Jiyan e”, “Bijî Berxwedana Şehba” û “Bijî Berxwedana Gelan” bi dawî bû.