NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên ciwanan ên TCŞ û TekoJIN têkildarî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan. Rêxistinên ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku êrîşên li ser herêmê piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta şerê taybet Hakan Fîdan derbasî asta tolhildanê bûne û hemû ciwanên çep-sosyalîst, demokrat , antî faşîst û Rêxistinên li Ewropayê dijîn li dijî van êrîşan bi awayekî rêxistinkirî dakevin qadan, bang li wan kir ku pêşî li sûcên şer û qirkirinê bigirin.
Daxuyanî wiha ye;
Dewleta Tirk a qirqer û metînger ev demeke dirêj e ku li ser erdnîgariya Kurdistanê ji bo armancên xwe yên qirkirinê pêk bîne, êrîşên qirkirinê pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker ku di operasyonên şoreşgerî yên li Zap, Metîna û Avaşînê de nikare pêşî li windahiyên dîrokî bigire, her carê cih û warên sivîlan û binesaziyên Rojava bombebaran dike û qetlîamên xwe yên li dijî sivîlan didomîne. Hikûmeta şerê faşîst a AKP-MHP’ê ku bi temamî li Tirkiye û erdnîgariya cîhanê asê maye û di nava xitimandineke mezin de ye, ji “Operasyona Şoreşgerî ya Ehmed Rûbar” û vir ve li dijî Rojava bomberdûman û êrîşên dijwar dike. Di êrîşan de rasterast çavkaniyên enerjiyê, qadên sivîlan û pêdiviyên bingehîn ên gel hatin hedefgirtin. Li hemberî van êrîşan bêdengiya hêzên navneteweyî şerm e. Wezîrê dewleta Tirk a qirker Hakan Fîdan piştî van gefan êrîşên li ser herêmê derxist asta tolhildanê. Ji ber ku yek ji armanca van êrîşan jî ew e ku derfetê bidin DAIŞ’ê û rê li ber rêxistinkirina wê vekin.
Dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi awayekî eşkere sûcên şer dike.
Artêşa Tirk a faşîst bi xerakirina aramiya herêmê û hedefgirtina avahî û binesaziyên ku gel jê xizmetê distîne, sûcên şer dike. Ev êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne û artêşa Tirk sûcê mirovahiyê dike. Dîktator Erdogan û dewleta Tirk a qirker li ser herêmê xeteriyeke mezin e. Em 25. salvegera Komploya 15’ê Sibatê li pey xwe dihêlin, ev êrîş hemû destkeftiyên şoreşa Rojava û gelê Kurd dike hedef. Dewleta Tirk a qirker li ber çavên hemû cîhanê bi awayekî eşkere sûcên şer dike. Divê hêzên navneteweyî erk û berpirsyariya xwe pêk bînin û li hemberî van êrîşan bisekinin. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê û Tevgera Jinên Ciwan bang li hemû rêxistinên ciwanên çep-sosyalîst, demokrat û antîfaşîst ên li Ewropayê dijîn, di serî de ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê dikin ku li dijî van êrîşan bi awayekî rêxistinkirî dakevin qadan. û ji bo pêşîlêgirtina sûcên şer û qirkirinê. Divê gelê Kurd û dostên wan li dijî van êrîşan bibin dengê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Îro roja parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Roj roja yekîtî, hevgirtin û hevgirtinê ye. Îro roja têkoşîna li dijî qirkirina dewleta Tirk a dagirker e. Bi vê baweriyê em bang li her kesî dikin ku li her qadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.