STUTTGART – Ciwanên TCŞ û TekoJIN li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Rojava bi fîşekên hewayî û dûmanê protesto kirin. Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê gelek caran dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo Rojava ya bi îdeolojiya Rêber APO hatiye rizgarkirin her tim li qadan bin.
Her wiha ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” Rêber APO û berxwedana wî ya dîrokî ku li Îmraliya ku 36 meh in li ser pergala îşkenceya giran û tecrîdê tê meşandin silav kirin.
Bi nêzîkbûna salvegereke din a komploya navneteweyî re, ciwanan diyar kirin ku armanca sereke ya hemû çalakiyên wan wê azadiya fîzîkî ya Rêber APO be.
Di çalakiyê de ciwanên ku rê girtin li ser pirê pankarta “Kurdistanê biparêze” vekirin.