NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Milîsên me ji bo silavkirina van çalakiyên lehengî yên gerîla û ji bo hesabê Hrant Dînk ê ku hatibû qetilkirin, bixwazin li herêmên cuda çalakiyên sabotajê li dar xistin.”
Milîsên HBDH Hrant Dînk çalakiya xwe wiha nirxand:
1- Şeva 11’ê Çileyê saet 23.00’an li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya Dîlokê/Şehîd Kamil li dijî cihê kar yê faşîstekî navdar me çalakiyek sabotajê li dar xist. Piştî çalakiya me cihê kar bi temamî bû ax.
2- Di 13’ê Çile de li Stenbol/Bayrampaşayê çalakiya sabotajê pêk anî. Di saet 19.00’an de li Taxa Muratpaşayê 2 kargeh ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin.
3- Milîsên me dîsa li Stenbolê di şeva 15’ê Çile de ji faşîstan hesab pirsîn. Li Pendîka/Güzelyaliyê kargeheke faşîstên MHP’ê ji aliyê milîsên me ve hat şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piştî van hemû çalakiyan, milîsên me bi awayekî serketî ji herêmê derketin.”