Dêrazorê- Komîteya Ciwan û Werzîşê li Saziya Muhemîda ya li ser Xeta Rojava ya Dêrezorê hatin cem hev û ji bo pêşîgirtina li çekdarkirina ferdî civînek li dar xistin. Pirsgirêkên ku di belavbûna çeka ferdî li herêma Dêrezorê de rû didin, bandoreke mezin li gelê herêmê bi taybet ciwanan dike.
Li ser vê bingehê ji bo bilindkirina hişmendiya komên civakî bi taybetî jî ciwanan xebateke hevpar pêwîst e. Di vê çarçoveyê de endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê ji bo pirsgirêkên bi vî rengî yên li herêmê ji holê rakin û ji pirsgirêkan re alternatîf derbixin hatin gel hev. Ji bo vê diyardeyê hin çareserî û pêşniyarên bi bandor hatin pêşkêşkirin. Di civînê de ji bo afirandina jîngeheke ewle û adil hin çareserî û pêşniyar hatin pêşxistin.
Li ser vê bingehê li herêmê;
– Dabînkirina derfetên kar
– Avakirina komîteyeke bingehîn a parastinê ji bo her herêmekê
– Kêmkirina bêkariyê li herêmê
– Ji bo parastin û domandina îstiqrarê dewriyeyan li seranserê herêmê xurt bikin
– Komkirina peymangehên perwerdeyê li hemû herêmên Dêrezorê
– Li dibistanan lidarxistina kampanyayên hişyariyê yên berfireh