Ciwanên Êzidî û Ereb yên Şengalê li Xanesorê, bi meşekî piştgirî dan berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê ya dijî dagirkeriya Tirk û serkeftinên gerîlayan silavkirin.
Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawiyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbe li ser derbe ji gerîlayên HPG-YJA-Starê dixwe. Operasyonên şoreşgerî yên gerîla ji Metîna heya Xakûrkê bi dehan derbên giran li dagirkeran xistin. Çalakiyên gerîla bi qasî dewleta Tirk û hevkarên wê xist nava tengaviyeke mezin, ewqas jî hêz û moral da gel. Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb, îro danê piştî nîvro li Xanesorê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana gerîlayên Kurdistanê û silavkirina serkeftinên wan meşek lidar xistin.
Di meşa bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de, posterên Rêber Ocalan, al û sembolên sazî û rêxistinên Şengalê hatin hildan. Her wiha pankarta, ‘Em êrişên terorîstî yên Tirk yên li dijî Rojava şermezar dikin, cenga azadiyê serbixin’ hatin rakirin.
Meş li ber benda kontrolê ya Asayişa Êzidxanê ya Şehîd Êzdîn destpê kir, heya Baxçeyê navenda Xanesorê dewam kir. Li vir li ser navê ciwanên Êzidî û Ereb daxuyanî hate dayîn.
‘Gerîla bi van çalakiyan tola gelên herêmê dihilîne’
Li ser nave Ciwanên Êzidî Menaf Şengalî axivî û got, gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên bi bandor li dewleta Tirk a faşîst didin û got: “Ev derbên bi bandor yên gerîla li dewleta Tirk dixin, ji bo herkesê cihê keyfxweşiyêye, ji ber ew êrişê hemû gelên herêmê dike. Gerîla bi şerê xwe tola hemû gelan hiltîne ku bi salane dewleta Tirk li ser gel zilmê dike. Di fermanê de dewleta Tirk piştgirî da çeteyan û heya niha jî êrişên xwe li ser gelên herêmê dewam dike.”
‘Dewleta Tirk ji bo binkeftina xwe veşêre êrişê Rojava dike’
Menav Şengalî di dewama axaftina xwede îşaret bi serkeftinên gerîla yên dijî dagirkeran jî dike û got; “Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîş dike ser gerîla, li dijî wan çekên qedexekirî jî bikar tîne, lê nikare li beramber şagirtên Rêber Apo serbikeve. Di nava hemû şert û mercên giran de gerîla li berxwe dide û gav paşde navêje. Dewleta Tirk dixwaze wê binkeftina xwe bi êrişên li ser gelê me yê Rojava veşêre, dixwaze ku gelê Rojava gav paşde bavêje. Em wek civaka Êzidî heya dawî bi gelê xwe yê Rojava re ye û bila dijmin baş bizanibe li tu cihekî ewê nikaribe li hember îradeya gel biser bikeve.’
‘Em deyndarê Gerîlayên Azdiyê ne’
Li ser navê Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb, Elî Eltay jî piştgiriya ciwanên Ereb ya bi gerîla re anî ziman û got; “Em hemû pêkhateyên herêmê deyndarê Gerîlayên Azadiyê û Rojave ne. Ji bo em karibin li hemberî Erdogan bi ser bikevin emê yekîtiya xwe mezin bikin.”
Meşa ciwanan bi dirûşmeyên ‘ Bijî Serok Apo’ bidawî bû.