BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ ê Nedîm Seven, berxwedaniya Rêber Apo ya li girava Îmralî wekî hemberî hemû hêzên hegemonan nirxand. Her wekî din derheqê polîtîkayên şerê taybet li ser ciwanan, taybetî jî birêya malbatan pêşdixin nirxand û bangawazî li ciwanan û malbatan kir ku bila neyên lîstokên polîtîkayên faşîst ê dewleta tirk. Herwiha balkişand li ser fikir û ramanên Rêber Apo û xwe perwerde kirinê.
Beşek ji nirxandinên Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ ê Nedîm Seven wiha ye;
Di serî de berxwedana Rêber Apo ya di pergala komkujiya Îmralî de em bi dil û can silav dikin, hezkirinên xwe tînin ziman. Ji bo xebatên tevgera azadî taybet mijara îro wekî ciwan beşekî esas peşengiya şoreşa Kurdistan, şoreşa demokrasî û azadî ji bo avakirina civaka netewa demokratîk, modernîteya demokratîk têdikoşin, em xebatên wan silav dikin. Taybetî di pêşengiya şehîdên me yên mezin, fermandarê me ê ku pêşeroja me diyarkirî Heval Erdal û Heval Rojhat de, em hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û qehramanên taybetî jî meha mijdar û kanûnê bê navber çeperên dagirkerên xwînxwar, faşîst yên dewleta tirk li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê de hilweşandî dijmin pûçkirî, rêya revê ji dijmin re vekirî, em wan qehremanan û fedakariya wan taybetî jî helwestê wan ê dîrokî silav dikin, bejna xwe ber gav avêtina vê pêvajoyê de şehîd ketî de ditewînin. Em dibêjin rêya ciwanên şoreşger, welatparêz, demokrat û demokratîk sosyalist xeta fedayiyên gerîla yê Kurdistanê ye. Hûn jî dizanin pêncî sale tekoşînekî bênavber pêşengiya Rêber Apo, şehîdên şoreşa Kurdistan, gerîlayên parazvanên Kurdistanê û gelê Kurdistanê dimeş e. Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û dervey welat hemû qadên jiyanê, tevahî êrîşên bingehê xwe modernîteya kapîtalîst û feraseta wî ya birdozî û siyasî, matiqê xwe yê pozîtîf digre. Li dijî êrişên netew dewletan, hegomonîstan, dagirkeran di hemû çeperan de xebatên şoreşa Kurdistanê bênavber, roj bi roj berbi serkeftinê ve gav davêj e. 2024, ji helwestên Şehîdên mezin Şehîd Erdal, Şehîd Rojhat ê ku dilê dijminan reidandî, riya pêşeroja me diyarkir. Di vê salê de helbet çawa ku roja yekem bi pêşengiya Rêber Apo de meşiya ye, dîsa berxwedana mezin bi pêşengiya Rêber Apo di çeperên pergala komkuj li Îmralî de berdewam dike. Berxwedana Rêber Apo ya tecrîta şidandî dervey mirovatiye. 25 sale, taybetî jî 34 mehên dawî hîç agahî jê nînin, hîç tekilî pêre nehatiye danîn. Ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin, jiber mevzî û çeperên mezin di helwest û berxwedana Rêber Apo de mîsogerin. Jibo wê dost, dijmin û hereketên şoreşgerî jî, hereketên pêşengiya gelê Kurdistan jî hemû nêzikbûnûnên heyî yên siyasî û gavên bên avêtin, yekem car nasnama diyarker ya vê yanî adresa diyarker cihê Rêber Apo ye. Ji ber wê rêveberiya me ya Tevgera Azadî bi hemû quwet û hêza xwe ve di pilansazî û bernamên xwe de ji bo fîzîkî Rêber Apo azad bibe, tekilî pêre were danîn di nava xebatên şoreşê de ji bo diyarker be, bi hemû hêz û quweta xwe ve nav tekoşînêde ye. Gav avêtinên salên dawî Dem dema Azadî, taybetî jî gava 10′ ê Cotmehê ya di pêşengiya dostên şoreşa Kurdistanê de, dostên Rêber Apo, dostên ku fikir û ramanên Rêber Apo ji bo mirovatiyê erê kirine, cihê azadî demokrasî dibînin. Bi pêşengiya wan 74 gurubên dost û şoreşger ên ku Azadî ji Rêber Apo re çareserî ji bo pirsgirêka Kurd re domandiye cihê serkeftin û şanaziyê ye.
Fuhuş, Madeyên Hişbir Wek Programekî Di Hemû Dibistanan De, Taybetî Jî Di Kurdistanê De Sîstematîk Pêşdixe û Nav Ciwanan De Belav Dike
Jibo jiyana azad tune bike li ser ciwanên Kurdistanê de tên, hem aliyê mejiyê wan xirap kirinê de, hem jî rêbazên şerê taybet jibo ku ciwan ji civakbûnê, azadbûnê, hest û ramanên wan yên mirovbûnê xirab bibin, hemû qirêjbûnên faşîzmê politîka û zihniyeta wî li ser ciwanan dimeşîne. Yek jî ji vane, bêkar hiştine, betal û adeta bê hedef bê armanc hiştine, ev polîtikayên dijmin e. Her wiha heta dawî bê exlaqî ku ne civakên feodal û ne yên burjuvazî, ne jî civakên di hemû milan de ne hatiye jiyan kirin. Eger mirov bêje civak, piçkî navê exlaq girtî nahêle bi fuhuşê, madeyên hişbir pêşbixe, ev ciwanan adeta bêhiş, bê zihîn dihêle, bê nêrîn dihêle. Fuhuş madeyên hişbir wek programekî di hemû dibistanên taybetî Kurdistanê de sîstematîk pêşdixe ,nav ciwanan de belav dike. Bîzat vane polîs, uzman çawuş, jandarmayên dewleta tirk, qoricî, bekçiyên bê rêgez, bê ehlaq bi rêya wan pêş dixe. Yanî pergala faşîst rêya zêrewanên faşîst dagirkerên bê ehlaq de, li ser ciwanên welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê, gel ên Kurdistanê de tên. Sîxurî pêşxistin, malbat li hevdû xistin, eşîr li hevdû xistin û hemû rêbazên ku bê bawerî pêşbixe, pir bi pilansazî rêveberiya AKP û MHP ya faşîst li ser ciwanên Kurdistanê de dibin. Dîsa her wiha polîtîkayekî gelek eşkere yê şerê taybet jî, kar anîna malbatê ye. Malbatên Kurdistanê, ê xwe Kurdistanî dibînin, ê welatparêz dibînin adeta bê ser û bê hiş dihêlin wek serxoşan dihêlin. Bi siyaseta birçîtî, ser de diçin. Tehdîta bi telefon, teknîk û şantaja ve malbata wekî adeta dînamîtek bixe hindirê wan, parçe parçe bike, nêzikbûnek, siyasetek wisa qirêj dimeşînin. Her wiha adeta tekiliyên navbera malbat û zarokan de bê bawerî, negatîvîzim û berdana hev, mîna jiyanekî afyonê programatîk, bi pilanlî li ser taybetî Bakurê Kurdistanê ve dimeşînin. Ciwanên Bakurê Kurdistanê, ciwanên di erdnîgarî Turkiyê û Kurdistanê de jiyan dike, dimeşînin. Di wir de jî tu navberê naxînin, 8 salî ve hata 7 salî û pê de heta ku destê xwe digînin her kesî, bi rêya dibistanan, bi rêya dibistanên xewgehê, rêya cîhê xwendina baweriya olî, qursên Quranê, rêya nav cemat û tarîqatan taybetî siyaseta hizbul kontra mêjiyê ciwanên Kurdistanê tevlîhev dike. Divê ciwanên şoreşger û welatparêz, ciwanên Kurdistanê hişyarbin. Vana eşkere got dozger dewleta tirk hebû vaya herkes dikare bibîne, çapemenîde eşkere gotin. Got ‘’bila fuhuş bikin ama neçin nav refên gerîla.’’ Gerîla cîhê pîroziye, cîhê muqedesiye. Gerîla rojane mijiyê xwe, dilê xwe, bi xwîna xwe ve hemû erdnîgarî, avakirina, parastina nirxên Kurdistanê de hemû şertên zivistanê, havînê, biharê û payîzê de jibo jiyanekî azad, Serokatiyekî azad, civakekî azad bedenê xwe feda dikin. Cihê pîrozî ev e. Malbatên Kurd, malbatên welatparêz û malbatên Kurdistanî lazime vê baş bifikirin. Cihê pîrozî erdnîgariya Kurdistanê, axa Kurdistanê ye, av a Kurdistanê, enejiya Kurdistanê û çiyayê Kurdistanê ye. Çima hûnê bê exlaqekî wekî siyaseta dozgerê dewleta tirk yan jî bê exlaqekî wekî tayip erdoxan, hakan fîdan û dewlet bahçelî ê ku bi sîxûrî, nokerî û dijminatî di nav gelê Kurdistan de bê baweriyê pêşdixin, hûn çima li hember wan hişyar nabin, li hember wan nasekinin, li zarokên xwe xwedî dernakevin? Ew çi malbatin ku dibêjin em Kurdistanî ne, zarokên wan ber bi fuhuşê, madeyên hişbirê ve diçe? Çawa dijminek, polîsek, jandarmayek, bekçîyek û sîxurek dikare were taxekî welatparêzan jiyan bike? Çawa ajan û sîxur di nav gelê Kurdistanê de dikarin bigerin? Ew çi malbatin zarokên xwe bê perwerde dihêlin? Çawa di ciwanên kurdên ku li dorberê welatparêzî û şoreşê nirx girtiye, taybetî jî di nirxên şoreşê de ji sîxuran re rê bidin? Ev çi ciwanin? Heta êvarî wextê xwe bi teknolojiya hemdemê ve derbas dikin. Em nabêjin bila teknolojiyê fêm nebin. Zanistin, teknolojîne, pêşketinên mirovatîne, hemû ji nirxên mirovatî re xizmet dikin bila fêrbibin. Lê belê di jiyanê de rêgez, pîvan, exlaq lazim e. Cihekî exlaq, pîvan, rêgez û terbiye nemîne wê demê jiyan namîne. Ew çi ciwan e heta êvarê wextê xwe bi teknîk, telefonên aqilî û nizanim zanistên perçe perçe bûyî, demkî, bê felsefe, bê birdozî, bê siyaset, bê zanistiyên mirovatî xwe ji wan re teslîm dike.
Malbatên Me Yê Ku Dibêjin Em Welatparêzin, Berpisiyarin, Bi Baweriyê Xwe Ve Girêdayîne, Bi Exlaqê Xwe Ve Girêdayîne Çawa Keç Û Kurên Xwe ji Dijminê Dagirker Re Bihêlin?
Hûn dizanin dagirkerê faşîst ê dewleta tirk, zanîngeh, dibistanên lîse, dibistanên amedahî, dibistanên seretayî hemû wekî pergalekî polîsên dewletê girtiye kontrola xwe. Malbatên me yê ku dibêjin em welatparêzin, berpisiyarin, bi baweriyên xwe ve girêdayîne, bi exlaqê xwe ve girêdayîne çawa keç û kurên xwe ji dijminê dagirker re bihêlin? Rêya ciwanan vekirî bihêlin, pêşiya wan negrin, rê nedin sîxurtiyê. Netirsin, pêşiya gav avêtinên wan netirsin, ew rêya rast dizanin ew çawa biçin azadiyê dizanin. Di hemû aliyan de dikarin rêya azadî bibînin. Baweriya xwe bi wan bînin. Wê demê ev siyaseta dijmin a malbatgerî, ser malbatan listin û siyaseta şerê taybet ya exlaqê civakê xirab dike wê bi dawî be. Siyaseta dewleta tirk pir qirêj e. A ku rêbaza şer û qetliyamê li ser Serokatiya me, li ser gerîlayên me li ser qadên siyasî û demokratîk nikaribû encam bigre, niha jî wekî Serokatî digot Hamasa Kurd, bi rêyên Hamasa Kurd ve dixwazin pêkbînin. Hamasa Kurd kiye? Hizbûl kontira ye. Ew ê ku salên 90′ î bîzatiyen belgeyên hukukî ê dewleta tirk de jî mîsoger bûye, bi pêşengtiya jîtemê ve hatiye avakirin û ketine dehan canên ciwanên Kurdistan ê. Ma ev wê were ji bîrkirin, ma hafiza civakê nîne? Ew çawa dibe bi navê Kurdayetiyê û Kurdistaniya sexte werin, bikevin nav civaka Kurdistanê, em çawa rê bidin vane? Ev rêbazên dijminin. Bi vê rêyê Hamasa Kurd avakiriye. Xwe dixe Batmanê, dixe Amedê gav gav tîne coxrafya Kurdistanê êdî. Nav Kurdistaniyan de wekî vîrûsekî belav dikin.
Hemû Ciwanên Welatparêz, Demokrat, Şoreşger, Azadîxwaz Ê Ku bi Nirxên Pêşeroja Me Ve Mîsoger Dibin, Pêşengî Dikin Silav Û Rêzên Xwe Dişînin
Eger azadî di pêşengiya ciwanan de mîsoger e, me bi ciwanî destpê kiriye em ê bi ciwantî tekoşîn berdewam bikin. Wê çaxê ciwan bila di malên xwe de, dibistanan de, zanîngehan de rehet nebin. Xwe rêxistin bikin, xwe bigîhînin cihê tekoşîna herî radîkal. Nabe, pêwîste hemû mewziyan de li hember dijmin wekî sîperên saxlem bisekinin. Em weke erkên esas, yekemîn em bêjin li Rêber Apo xwedî derkevin. Fikrê Rêber Apo bixwînin bi hezaran, deh hezaran, sed hezaran, mîlyonan însanan ve bidin xwendin. Ê duyem em bi wane jiyana xwe bidin avakirin. Eger ev zihniyet, ev pirogram were çêkirin jendirmekî pîsik, polîsek kulek, xwe nenas, uzman çawûşê xwe firotî, hizbulahên rû û rengê wan qirêj nikarin di Kurdistanê de jiyan bikin . Erkên herî esas jî eger em fîzîkî azadiya Rêber Apo dixwazin, em ê berê xwe bidin nav refên radîkalên Kurdistan ê. Cihê herkesî heye. Deşt, çiya û bajarên Kurdistanê ji yê ku dilê xwe bi çanda Apogerî avakiriye re vekirî ye. Çi pergal nikarin pêşiya fikir û ramanên Rêber Apo bigrin. Ev îspat e. Tenê bigotinê ne, bi dîtinê jî îspat e. Rojane çapemenî, raya giştî dişopînin. Xwe bi jiyana azad, pêşeroja azad re bineqşînin. 2024 wê di xeta zaferê de sedî sed bi pêşengiya ciwanên Apoyî de mîsoger be. Ez ji we hemû ya re silav û hezkirinên xwe dişînim. Daxwaziya me heye ku malbat çekî duzenê bidin xwe, ji derdorê xwe hişyarbin, çanda demokrasiyê, çanda wekheviyê, çanda azadiyê mala xwe de, tekiliyên xwe de û zarokên xwe de biçînin, ji hevdû hişyarbin. Dîsa ciwanên Kurdistanê jî tekiliyê xwe û malbatê ber çav derbasbikin, ya rast çiye wê rêyê de têbikoşin. Ew rê jî vekiriye. Em li ser van esasan ji hemû ciwanên welatparêz, demokrat, şoreşger, azadîxwaz ê ku nirxên pêşeroja me ve mîsoger dibin, pêşengî dikin silav û rêzên xwe dişînin serkeftinê dixwazin.”