Gerîlayên YJA Starê Berçem Gever û Gelavêj Saqiz, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez, (Ronahî) bi bîr anî.
Berçem Gever got, “Em îro li ser xeta berxwedanê ya Heval Sara bi îradeyeke xurt û baweriyeke mezin tevdigerin. Lewma heval Sara di serî de ji bo me hêz, moral, vîn û baweriyê temsîl dike. Ji ber ku dema em li helwesta heval Sara û pêşengtiya wê ya di xeta azadiya jinê de dinêrin, tişta herî zêde tê bîra me vîn û baweriya mezin e. Bi taybet di qada têkoşîn û berxwedanê de îradeya Şehîd Sara ji bo me hemûyan mînak e.
Ger îro em gavên mezin didin, têkoşînek mezin didin, ev hemû li ser mîrateya Heval Sara ye. Heval Sara yek ji rêhevalên me bû ku Tevgera Jinê zindî hişt. Heta ku şehîd ket ji bo tevgerê xebatên pir girîng kir. Îro li çiyayên Kurdistanê bi sedan Sara li hemberî êrîşên hovane yên dijmin li ber xwe didin. Em têkoşîna şehîd Sara didomînin. Tevgera PKK’ê û artêşa YJA Starê pêşengiya vê yekê dikin. Hevala Sara bû sembola berxwedan, xeta jina azad, vîn, hêz û baweriyê. Em careke din di şexsê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. “Ji bo em bibin layiqî Heval Sara, divê em bibin milîtanên Rêber Apo û şopdarên şehîdên xwe.
Gerîla Gelavej Saqiz got, “Dema ku em behsa Heval Sara dikin, têkoşîna ku wê li ser xeta jina azad daye, tê bîra me” û wiha dewam kir: “Heval Sara nîşanî me da ku em weke jineke azad çawa bijîn û têbikoşin. Heval Sara tevî hemû zehmetiyan jî serî netewand. Ew ji me re her tim bûye mînak. Em jî li ser şopa Heval Sara û şehîdên xwe şer dikin. Heval Sara şehîd bû, lê îro bi sedan Sara li çiyayên azad li berxwe didin û tola şehîdan hiltînin. Weke gerîlayên YJA Starê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiya Kurdistanê, gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin.”